Bahçelî: Tirkiye dê bi awayekî mayînde ji terorê rizgar bibe
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî diyar kir ku Tirkiye dê bi awayekî mayînde ji "terorê" rizgar bibe.

Bahçelî helwesta partiyên ku beşdarî komîsyona parlamentoyê nabin wekî "bê qîmet" bi nav kir û Îsraîl jî wekî sedema aloziyên li Sûriyeyê nîşan da.
Serokê MHPyê Bahçelî daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Devlet Bahçelî diyar kir ku komîsyona pêvajoya çareseriyê ji bo "Tirkiyeyeke Bêteror" derfeteke dîrokî ye.
Bahçelî amaje pê kir ku armanca partiyên ku beşdarî komîsyonê nabin têkbirina wê ye lê ew bawer e ku partiyên beşdar dê di komîsyonê de karên baş bikin.
Serokê MHPyê beşdariya CHPyê ya ji bo komîsyonê erênî nirxand.
Bahçelî di daxuyaniya xwe de behsa rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha got:
“Li Sûriyê alozî dîsan zêde dibin. Êrişa mûşekî ya terorîstên YPGyê ya li Minbicê, êrişa komên Durziyêm Siwêdayê ya li hêzên ewlehiyê, armanckirina şaneyên girêdayî Îranê ji aliyê Îsraîlê ve û destdirêjiya Yahûdiyên fanatîk û wezîrên Îsraîlî li ser Mescîda Eqsayê nîşan dide ku gef çi qasî nêzîk û bi şewat e.
Îsraîl dijminê bê eman ê aştî û aramiya herêmê ye. Ji YPGyê heta Durziyan hema hema ti kom û rêxistin nemaye ku Îsraîlê tevlihevî tê de dernexistibe, nexapandibe û wekî destik bi kar neanîbe.
Ji ber vê yekê divê Tirkiye di her ast û wateyê de baldar be.”
HSD û Hikûmeta Sûriyeyê hevdû tometbar dikin
Li aliyê din, şeva borî li gundên Minbicê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de pevçûn derket.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê re ragihand ku şeva borî saet di 21:40an de, hêzeke HSDyê hewl daye derbasî xaleke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê ya li gundê Kiyariyê bibe lê hewldana wan hatiye têkbirin.
HSDyê jî ew daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê red kir û ragihand ku berevajî vê yekê, komên nêzîkî artêşa Sûriyê "provokasyonan" dikin û êrişî navçeyên sivîlan dikin.
Nûvekirina herî dawî: 13:12:14