Droneyeke Tirkiyê otomobîleke PKKê li Mûsilê bombebaran kir

Droneyeke Tirkiyê otomobîleke PKKê li rojavayê bajarê Mûsilê bombebaran kir û di encamê de 5 kes hatin kuştin.

18 Tîrmeh 2022 - 02:30
18 Tîrmeh 2022 - 02:30
 0  795
Droneyeke Tirkiyê otomobîleke PKKê li Mûsilê bombebaran kir

Dezgeha Dijeterora Herêma Kurdistanê îro ragihand, otomobîleke PKKê li nêzîkî deriyê Şam li rojavayê Mûsilê ji aliyê droneyeke Tirkiyê ve hat armanckirin.

Diyar kir jî, 5 çekdarên PKKê ku yek ji nava wan jin bû, di wê otomobîlê de bûn û ew hemû hatin kuştin.

Her di wê çarçoveyê de jî, îstixbarata Tirkiyê (MÎT) îro kuştina serkirdeyê di PKKê de Izetîn Înan ê bi nasnavê “Dêrsim Meletiye” li çiyayê Garê li Duhokê ragihandibû.

Ev nûçe bi tevahî 795 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:44:37