Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ji Siwêdayê vedikişin

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê piştî êrişên balafirên şer ên Îsraîlê ji bajarê Siwêdayê vedikişin.

17 Tîrmeh 2025 - 11:23
17 Tîrmeh 2025 - 11:23
 0
Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ji Siwêdayê vedikişin

Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê li gorî rêkeftineke agirbestê ji parêzgeha Siwêdayê vedikişin.

Li gorî SANAyê vekişîn li gorî “rêkeftina agirbestê” ya ku li gel aliyên pêwendîdar ên parêzgeha başûr hatiye kirin pêk tê.

Artêşa Îsraîlê tevahiya rojê bi hêza xwe ya asmanî bajarên Şam û Derayê yên Sûriyeyê bombebaran kirin û gelek baregehên leşkerî kirin armanc.

Îsraîlê her wiha avahiya Sererkaniya Giştî û Serokkomariya Sûriyeyê bombebaran kirin.

Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê roja 13ê Tîrmehê piştî bûyerên revandina dualî ya di navbera eşîrên Ereb ên Bedewî û komên çekdar ên Durziyan de şer û pevçûnên dijwar derketibûn.

Hikûmeta Sûriyeyê ji bo rawestandina şer û pevçûnan hêzên ewlehiyê yên Wezaretên Parastinê û Karên Navxwe şandibû herêmê.

Roja 15ê Tîrmehê di navbera hêzên hikûmetê û komên Durziyan de şerekî dijwar qewimî.

Piştre Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra li Siwêdayê agirbest ragihand lê diyar kir ku eger êrişek çêbibe ew dê bersivê bidin.

Rêberê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî destpêkê ji bo ketina hêzên hikûmetê razîbûna xwe nîşan dabû lê piştre ji vê helwesta xwe vegeriya û bangî xelkê kir ku li ber xwe bidin.

Her çi qas piştî şerê çar rojan ku gelek kes hatin kuştin hatibû ragihandin ku agirbest hatiye pêkanîn lê Şêx Hîkmet Hecerî ew agahî red kirin.