Mezlûm Ebdî li ser şerê li Siwêdayê daxuyaniyek da

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ragihand, ji bo parastina sivîlan divê demildest êrişên li Siwêdayê werin rawestandin û korîdorên ewle bên vekirin û alozî bi rêya diyalogê were çareserkirin.

17 Tîrmeh 2025 - 11:25
17 Tîrmeh 2025 - 11:25
 0
Mezlûm Ebdî li ser şerê li Siwêdayê daxuyaniyek da

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê şerê li Siwêdayê daxuyaniyek belav kir.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de got:

“Ji xelkê me yê li Siwêdayê bangewazî digihêjin me ku ji bo sivîlan korîdorên ewle werin vekirin û êrişên li dijî wan werin rawestandin.”

Ebdî her wiha tekez kir ku kuştina jin û zarokan û êrişa li sembolên olî sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha pê de çû:

“Kuştina jin û zarokan û destdirêjiya li sembolên olî tawaneke li dijî mirovahiyê û pîvanên Sûriyeyiyan e.

Divê ev kiryarên dijminane demildest werin rawestandin û berpirsyarên wan werin cezakirin.

Piştî 14 salên şer êdî dema rawestandina xwînrijandinê ye.

Sûriye dê ne bi tolhildanê, bi diyalog û aqil rabe ser pêyan.

Pirsa xelkê me yê Durzî pirseke niştimanî ye û çareseriya wê divê destûrî be û bi rêya diyalogê pêk were.”