Rêber Ehmed: Diyar e ku dron ji ku tên

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragihand, “Armanca êrîşên bi dronan jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê ye û divê ev êrîşên teroristî bên bidawîanîn.”

18 Tîrmeh 2025 - 15:27
18 Tîrmeh 2025 - 15:27
 0
Rêber Ehmed: Diyar e ku dron ji ku tên

Wezîrê Navxwe yê Hik[meta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed doh (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) li ser êrîşên bi dronan bersiva rojnamevanan da û got, “Pir eşkere ye ku dron ji ku tên arastekirin, ku her tim şademarên aborî yên Herêma Kurdistanê dikin armanc.”

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Mixabin êrîşên bi dronan kiryarên teroristî ne, her aliyekê li pişt vê kiryarê be dê şermezar bibe.”

Rêber Ehmed herwesa daxwaz ji hikûmeta federal kir ku, sînorekî ji bo êrîşên bi dronan dane û ew aliyên li pişt wan êrîşan jî bên eşkerekirin û radestî dadgehê bên kirin.

Navbirî li ser rêgirtina li wan êrîşan û çawaniya parastina wan cihan jî ragihand, "Em ji bo rûbirûbûn û rawestandina wan êrîşan, bi hikûmeta federal re hevahengî û karên pêdivî dikin, herwesa me ji hevpeymanan jî xwestiye ku di vî warî de alîkariya me bikin."

Di dema çend rojên borî de, êrîşên bi dronan li ser bajarên Herêma Kurdistanê û xasma jî zeviyên petrolê berdewam bûne. Tevî ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî komîteyeke lêkolînê çê kiriye, hîn jî ji ber wan êrîşan ne ti kesek hatiye girtin û ne jî ti kesek hatiye cezakirin.