Dijeterora Kurdistanê: Dronek li nêzîkî Hewlêrê ket xwarê
Dijeterora Kurdistanê ragihand, droneke bombekirî li nêzîkî navçeya Behrkê ya Hewlêrê ketiye xwarê û tekez kir, ti ziyaneke canî û madî çênebûye.

Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, "berbanga îro Pêncşemê, 17ê Tîrmehê saet 01:27, droneke bombekirî li nêzîkî gundê Cêjnîkan ê ser bi navçeya Behrkê ya parêzgeha Hewlêrê ve ketiye xwarê."
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin, "bi xweşbextî, ji ber ketina dronê ti ziyaneke canî û madî çênebûye."
Ev bûyer di çarçoveya zincîreyek êrîşên bi dronan de pêk tê. Êvara duh Çarşemê, 16ê Tîrmehê, derdora saet 19:10an, bi droneke bombekirî êrîşî ser kêlgeha petrolê ya Amerîkî "Hunt Oil" li Baedrê, li navçeya Şêxan a ser bi parêzgeha Dihokê ve, hatibû kirin. Di wê êrîşê de tenê ziyanên madî çêbûbûn.
Heman rojê danê sibehê, bi çar dronên bombekirî, êrîşî ser sê kêlgehên din ên petrolê hatibû kirin; du ji wan li sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û ya din jî li navçeya Şêxan a parêzgeha Dihokê bûn.
Di rojên dawî de, êrîşên bi dronên bombekirî li ser bajarên Herêma Kurdistanê, bi taybetî li ser kêlgehên petrolê, berdewam in. Her çiqas Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo lêkolînkirina van êrîşan komîteyek taybet pêk anîbe jî, lê belê heta niha di derbarê arastekirina dronan de ne kes hatiye girtin û ne jî kes hatiye cezakirin.