Şahesera Peter Handke 'Kaspar' êdî bi Kurdî ye

Berhema nivîskar Peter Handke ya bi navê "Kaspar" ji aliyê Asiya Xerzanê ve ji Almanî bo Kurdî hat wergerandin.

21 Tîrmeh 2025 - 11:26
21 Tîrmeh 2025 - 11:26
 0
Şahesera Peter Handke 'Kaspar' êdî bi Kurdî ye

Ev drama ku wekî yek ji berhemên girîng ên şanoya cîhanê tê dîtin, êdî li ber destê xwênerên Kurd e.

Berhema "Kaspar" wekî rexneyeke tûj li ser civakê tê dîtin ku hewl dide bi rêya ziman takekesan bike perçeyek ji pergalê û nasnameya wan ji nû ve ava bike.

Nivîskarê Kasparê Peter Handke sala 2019an xelata Nobelê wergirtiye.

Ev drama di qada wêjeya pêşverû de xwedî cihekî taybet e û bandoreke mezin li ser gelek nivîskaran kiriye.

Weşanxaneya Nayê berhem çap kiriye.

“Wergera hêjayî Xelata Nobelê”

Nivîskarê Kurd Zerdeş Haco jî li ser berhemê pêşgotinek nivîsandiye.

Zerdeş Haco di pêşgotina berhemê de diyar kiriye ku Asiya Xerzanê xebateke payebilind kiriye û ev werger wêjeya Kurdî dewlemendtir dike.

Li gorî gotina Haco bo wergerandina berhemeke wisa kûr, ne tenê zimanekî berfireh lê têgihiştineke felsefî ya kûr jî pêwîst e.

Zerdeş Haco di berdewamiyê jî de wiha got:

"Ev wergera Birêz Asiya Xerzanê hêja bû, Xelata Nobel wergire, heke ev xelat ji bo beşê wergervaniya wejeyê jî heba... Ev berhem wê ne tenê bandorê li wêjeya me ya Kurdî bike lê ew dê, ji ber ramanên tê de hatine hûnandin, bandorê li hişmendiya civaka me bi giştî bike."

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:12:40