Serokê MÎTê ji bo pêvajoyê dê bi partiyên siyasî re bicive

Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin di çarçoveya xebatên pêvajoya çareseriyê de dê partiyên li parlamentoyê ziyaret bike.

21 Tîrmeh 2025 - 10:46
21 Tîrmeh 2025 - 10:46
 0
Serokê MÎTê ji bo pêvajoyê dê bi partiyên siyasî re bicive

Di demekê de ku tê çaverêkirin vê hefteyê li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêvajoya çareseriyê bi beşdariya partiyan komîsyonek bê avakirin, medya Tirkiyeyê ragihand Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin vê hefteyê dê partiyên li parlamentoyê ziyaret bike.

Li gorî medya Tirkiyeyê, civînên Îbrahîm Kalin û partiyên siyasî 21ê Tîrmehê dest pê dikin.

Kalin dê ji bo pêvajoya çareseriyê bi serokê koma partiyan û serokwekîlên CHP, MHP, AK Partî, DEM Partî, ÎYÎ Partî û Partiya Yeni Yolê re bicive.

Tê çaverêkirin ku Kalin di hevdîtinên li gel partiyan de zanyariyên derbarê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan de bi wan re parve bike.

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:51:19