Amerîka sizayan li ser komên çekdar ên Iraqê disepîne

Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Komariyan li Kongresa Amerîkayê ragihand, pêşnûmayeke girîng a guhertina Yasaya Budceya Parastina Niştimanî derbas kiriye.

17 Tîrmeh 2025 - 11:38
17 Tîrmeh 2025 - 11:38
 0
Amerîka sizayan li ser komên çekdar ên Iraqê disepîne

Li gorî agahiyên Tora Nûçeyan a Iraqê, Komîteyê duh 16ê Tîrmehê ragihand, ev guhertoya di Yasaya Berevaniya Niştimanî re hatiye derbaskirin. Pêşnûmaya ku ji aliyê nûnerê Komariyan Joe Wilson ve hatibû amadekirin, bi taybetî komên çekdar ên ser bi Îranê ve dike armanc.

Joe Wilson derbarê armanca pêşnûmayê de got: "Armanca vê guhertinê ew e ku rê li ber piştgiriya darayî ya ji bo rêxistinên ser bi Îranê ve yên li Iraqê bi pereyê bacderên Amerîkî were girtin. Ev beşek ji stratejiyeke berfirehtir a Amerîkayê ye ji bo rûbirûbûna hejmûn û bandora Îranê li Iraqê."

Wî herwiha destnîşan kir ku ev yasa, li gorî naveroka xwe, rasterast wan komên çekdar dike armanc ku di çarçoveya Desteya Heşda Şeibî de ne û weke alîgirên Îranê tên zanîn.

Piştî derbaskirina pêşnûmayê, Joe Wilson li ser hejmara xwe ya platforma 'X' daxuyaniya fermî ya komîteyê belav kir û li gel wê peyameke kurt û zelal nivîsî: "Iraqê ji Îranê rizgar bikin."

Wilson bi helwestên xwe yên tund ên li dijî Îranê tê naskirin û beriya niha jî gelek caran banga vegerandina serweriya Iraqê û bidawîanîna desthilata Îranê li wî welatî kiribû.