Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê civiyan

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas J. Barrack doh bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya û tekezî li ser "pêwîstiya yekîtiyê" kir.

21 Tîrmeh 2025 - 10:49
21 Tîrmeh 2025 - 10:49
 0
Mezlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê civiyan

Barrack di civînê de her wiha spasiya HSDyê ya ji bo şerê li dijî DAIŞê kir.

Balyozxaneya Amjerîkayê ya Sûriyeyê ji ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Balyoz Thomas J. Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro civiyan da ku rewşa dawî ya Sûriyeyê û pêwîstiya bi avêtina gavên lezgîn ji bo vegerandina aramî û seqamgiriyê gotûbêj bikin.

Her wiha wan li ser gavên pratîkî yên ji bo tevlîbûna nav Sûriyeyeke yekgirtî gotûbêj kirin.

Armanc ew e ku ji bo hemû Sûriyeyiyan paşerojeke aram, bextewar, berfireh û seqamgîr were avakirin.

Her du aliyan li ser wê yekê li hev kirin ku niha dema yekîtiyê ye.

Balyoz her wiha ji ber serkirdayetiya wî û hevparîtiya berdewam a HSDyê ya di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyeyê, spasiya HSDyê kir."

Divê were gotin ku 13ê Tîrmehê civîneke sêalî di navbera Mezlûm Ebdî, Thomas Barrack û Serokokomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de pêk hatibû. 

 

Ev nûçe bi tevahî 18 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:32:09