Mesrûr Barzanî: Em amade nînin dest ji mafên xwe yên destûrî berdin

“Em li benda Bexdayê ne û em hêvîdar in ku mûçeyên vî xelkî bişîne û ev cezakirina bikom bidawî bê”

21 Tîrmeh 2025 - 10:54
21 Tîrmeh 2025 - 10:54
 0
Mesrûr Barzanî: Em amade nînin dest ji mafên xwe yên destûrî berdin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh (Yekşem, 20ê Tîrmeha 2025ê) qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez ji bo bajarê Hewlêrê vekir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nav merasîma vekirina qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez ji bo Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û tê de dilxweşiya xwe ji bo vekirina qonaxa yekê ya vê projeya srtratejîk a gelek mezin diyar kir.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got, “Ez dizanim ku xelkê Kurdistanê li bendê ne ka kengî mûçeyên wan ji Iraqê tên şandin, lewma ez dixwazim bi eşkereyî bi xelkê Kurdistanê re biaxivim. Em kiyanekî federal in û Herêma Kurdistanê wekî kiyanekî federal maf heye ku budceya xwe hebe. Yanî divê para Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya Iraqê de bê terxankirin û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlementoya Herêma Kurdistanê, çavdêriya darayî ya Herêma Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê biryarê bidin ka çawa budceya Herêma Kurdistanê bikar bînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Mixabin, her aliyên navxweyî li vê derê skala kir û daxwaz kir ku Bexda rasterast destwerdanê di belavkirina budçe û mûçeyên Herêma Kurdistanê de bike. Dibe ku li bîra we be ku, çend caran wan got ku ger mûçe vegerin Bexdayê, êdî me pirsgirêka mûçeyan namîne û mûçe dê di wextê xwe de bi zêdehî bigihîjin xelkê Kurdistanê. Wê demê wan Hikûmeta Herêma Kurdistanê tawanbar dikir û digot ku hikûmeta Iraqê çareserker û rizgarker e, lê hemî xeletî ji herêmê ye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Niha ez nizanim ew deng li ku ne, çima bêdeng in. Niha jî heke ew tiştekî bibêjin, ew hincetan tînin ku çima hikûmeta Iraqê niha mûçeyan naşîne, ka çima ew xelkî ceza dike. Li şûna ku ew li xwe binêrin û ji daxwaza lêborînê ji xelkî bikin, ew careke din ji bo derengxistina mûçeyên hikûmeta Iraqê hincetan çê dikin. Her em, wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wekî kesên ku dilsozên pirsên xelkê Kurdistanê in, ku dîsa bi Bexdayê re bikevin danûstandinan û ji bo dîtina çareseriyekê ji bo vê pirsê berdewam bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ron jî kir, “Şandên Herêma Kurdistanê çend caran serdana Bexdayê kir û me şandên Bexdayê vexwendin ku serdana me bikin. Her car me ji hikûmeta federal soz werdigirtin ku pirsgirêk hatine çareserkirin û êdî tiştek bi navê pirsa mûçeyan namîne, lê mehek an du meh derbas nedibûn û dîsa bi hinceteke nû mûçe paş dixistin. Me dîsa dest bi şandina şandan û danûstandinan dikir. Her tim wan soz dida me ku dê mûçe şandiban lê pirsgirêkek teknîkî hebû. Paşê carinan Herêma Kurdistanê sûcdar dikir ku qaşo me petrol neşandiye an jî me dahatên navxweyî radest nekirine."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, “Em niha li benda Bexdayê ne û em hêvî dikin ku êdî mûçeyên vî xelkî bişîne, ev cezakirina bikom bidawî bê û ev biryara nedestûrî û neqanûnî ya birîna mûçeyên xelkê Kurdistanê bidawî bê.”

 

Ev nûçe bi tevahî 21 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:30:15