Dihok bû şampiyon û kupayê tîne Kurdistanê
Tîma Dihokê ya futbolê di Kupaya Îraqê de bû şampiyon.

Zaxo û Dihok li Stadyuma Gel a Bexdayê hatin pêşberî hev.
Dema normal a maçê 0-0 qediya lê Dihok di lêdanên penaltiyan de 5-3 bi ser ket û bû şampiyon.
Dihok dê Kupaya Îraqê bîne Kurdistanê û dilê Kurdistaniyan geş bike.
Dihokê yên Kurdistanê dê li Stadyuma Şebê ya Bexdayê saet 20:00an di fînala Kupaya Îraqê de maçekê bikin.
Her du tîm jî piştî rêwîtiyeke serkeftî gihîştin maça dawî.
Her duyan jî zora tîmên mezin ên Îraqê bir û cara yekem e di dîroka xwe de derdikevin fînala Kupaya Îraqê.
Stadyuma Gel Bexdayê şahidiya vê maça dîrokî kir û bi rengên sor û spî yên Zaxoyê û rengên zer û şîn ên Dihokê hat xemilandin.
Bi hezaran alîgir ji Dihok û Zaxoyê ji bo vê maça mezin bi formayên tîmên xwe çûne Bexdayê.
Alîgirên ji Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Helebceyê ji bo piştgiriya tîmên futbolê yên Zaxo û Dihokê çûn Bexdayê.