Ebadî: Me daxwaza Amerîka derheqa baregeha leşkerî qebûl nekir

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe de ragihand ku nabe Amerîka li Iraqê baregeha leşkerî ava bike û me ev daxwaza wan qebûl nekir.

12 Avrêl 2017 - 05:10
12 Avrêl 2017 - 05:10
 0
Ebadî: Me daxwaza Amerîka derheqa baregeha leşkerî qebûl nekir

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Bexdayê di axaftina xwe ya civîna çapamenî de got: \"Nabe Amerîka li Iraqê baregeha leşkerî ava bike û me ev daxwaza wan qebûl nekir. Balafirên koalîsyonê niha ji baregehên leşkerî yên welatên cîran tên. Berê rêvebiriya baregehên leşkerî di destê Amerîkayê de bûn niha ev biryar di destê iraqiyan de ye.\"

Heyder Ebadî di berdewamiya axaftina xwe de got: \"Li gorî amareyên ber destê min 5 hezar û 200 leşkerên amerîkî li Iraqê hene û yek ji van jî li bejê tevlî operasyonan nabin, zêdetir di fealiyetên şêwirmendî, perwerde û di arastekirinê de cih digirin.\"

Ev nûçe bi tevahî 1406 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:52:33