Erdogan Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê guhert
Di civîna Şuraya Leşkerî ya Bilind a Tirkiyeyê de Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Metîn Gurak ji ber “kêmasiya kadroyê” hat malnişînkirin û Fermandarê Hêzên Bejahî Selçuk Bayraktaroglu bû Sererkanê nû.

Şuraya Leşkerî ya Bilind a Tirkiyeyê îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Serokkomariyê ya li Enqereyê civiya.
Piştî civîna 2 saet û nîvan biryarên aliyê Erdogan ve hatine îmzekirin, hatin eşkerekirin.
Li gorî biryarên Şuraya Leşkerî ya Bilind a Tirkiyeyê, Fermandarê Artêşa 1emîn Metîn Tokel wekî Fermandarê Hêzên Bejahî hat tayînkirin.
Dema erkên Fermandarê Hêzên Deryayî Ercument Tatlioglu û Fermandarê Hêzên Hewayî Ziya Cemal Kadioglu jî salekê hatin dirêjkirin.
Di civînê de biryara malnişînkirina 45 efserên payebilind hat dayîn.
Ji van 2 efser ji ber temenê malnişîniyê û 43 efser jî ji ber kêmasiya kadroyê hatin malnişînkirin ku Sererkanê berê Metîn Gurak jî di nav wan de ye.
Erdogan piştî civînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyek parve kir û got, “Bila biryarên me ji bo welatê me, miletê me û artêşa me ya qehreman bi xêr bin.”
Biryarên Şuraya Leşkerî ya Bilind a Tirkiyeyê dê ji 30ê Tebaxê û pê ve bikevin meriyetê.
Nûvekirina herî dawî: 17:57:47