Fransa: Li herêmê serweriya Îran nayê qebûlkirin

Wezîrê Karênderve ya Frensî Jean Le Drîan, hewldanên wêranetîyê ya Îranê ji bo berjewendiya Fransa û herêmê nînin, got.

1 Mijdar 2017 - 03:17
1 Mijdar 2017 - 03:17
 0
Fransa: Li herêmê serweriya Îran nayê qebûlkirin

Jean-Yves Le Drian di hevdîtina xwe ya Encumena Pêwendiyên Derve ya Amerîkayê de got: "Em çalakiyên têkderene û hegomonya Îranê li herêmê qebûl nakin. Hewldanên Îranê li dijî berjewendiyên Fransa û Amerîkayê ne û ew tevger ji bo navçeyê jî gef in. Lewra Fransa wan kiryarên Îranê qebûl nake."

Her wiha Le Drian di berdewamiya axaftina xwe de daxwaza parastina etomî ya Îranê kir û got: "Nabe Îran çekên etomî bidest bixe û peymana etomî jî heya 10 salên din ev yek garantî kiriye."

Ev nûçe bi tevahî 1401 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:35:03