Îran: Du leşkerên me li ser sînorê Kurdistanê hatin kuştin

Îranê ragihand, du leşkerên wan di şer û pevçûnekê de ji aliyê grûpeke çekdar ve li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin.

20 Tîrmeh 2022 - 11:15
20 Tîrmeh 2022 - 11:15
 0
Îran: Du leşkerên me li ser sînorê Kurdistanê hatin kuştin

Hêza pasevanên sînor a Îranê ragihandiye, ew du leşker li sînorê navçeya Bane li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê di pevçûna li gel grûpeke çekdar û dijber de hatine kuştin.

Fermandarê Hêza pasevanên sînor a Îranê yê parêzgeha Sineyê Arif Sipêhrî, ji medyaya Îranê re ragihand, şeva borî hêzên wan li deverên Pawe û Bane, çend çekdarên ku dixwestin sînor derbas bikin, dan ber guleyan. Efserên ku hatine kuştin xelkê Qezwîn û Kirmaşanê ne.

Her wiha hat diyarkirin, navên efserên Hêza pasevanên sînor a Îranê yê ku hatine kuştin Mehdî Mihemedî Neseb û Elî Fazlî Şad in.

Ev nûçe bi tevahî 723 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:13:27