Li Agiriyê qeza: 5 kes birîndar bûn

Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

15 Gulan 2024 - 07:08
15 Gulan 2024 - 07:08
 0
Li Agiriyê qeza: 5 kes birîndar bûn

Otomobîla ku Muzaffer A. diajot li rêya Avkevir-Agiriyê li otomobîla ku Osman T diajot da.

Li ser agadarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û cendirme çûn cihê qezaya trafîkê.

Di qezayê trafîkê de ajokarên her du otomobîlan û Berfîn T, Hakan O û Lokman Ayê di otomobîlan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê.

Derket holê ku rewşa birîndaran baş e.

 

Ev nûçe bi tevahî 861 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:09:43