Li Amedê bûyera trafîkê: 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn

Li navçeya Pasûr a Amedê ya Bakurê Kurdistanê di encama qulibîna minibusekê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

8 Gulan 2023 - 10:04
8 Gulan 2023 - 10:04
 0
Li Amedê bûyera trafîkê: 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn

Minibusa ku nasnameya şofêrê wê û plakaya wê nehat zanîn, li gundê Deyas ê Pasûrê ji kontrolê derket û wergeriya.

Hate diyarkirin kesên ku canê xwe ji dest dane Zehra Can a 18 salî û Zelîha Akin a 58 salî ne.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndar bi ambûlansan ji bo nexweşxaneyên Amedê hatin birin.

Ev nûçe bi tevahî 632 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:39:51