Li Amedê şerê çekdarî: 12 kes birîndar bûn
Li navçeya Rezanê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, di şerê çekdarî yê di navbera du koman de 12 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, li Taxa Yenîkoyê di qehwexaneyekê de nîqaşa di navbera du koman bû şerê çekdarî.
Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê. Birîndar rakirin nexweşxaneyan û hat dîtin ku gule li 2 otomobîlên li derdorê jî ketine.
Her wiha di di şer de 12 kes birîndar bûne û rewşa 7 kesan jê giran e.
Polîsan ji bo girtina kesên ku tevlî şer bûne, dest bi operasyonê kiriye.
Nûvekirina herî dawî: 17:56:04