Li Diyalayê şerê eşîran: 8 mîrî, 3 birîndar

Li gundê Elbû Balî yê parêzgeha Diyala ya Iraqê di şerê eşîran de li gorî zanyariyên dest pêkê 8 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

20 Berfanbar 2022 - 03:30
20 Berfanbar 2022 - 03:30
 0
Li Diyalayê şerê eşîran: 8 mîrî, 3 birîndar

Herwiha Artêşa Iraqê jî di daxuyaniyekê de ragihand, li gundê Elbûbalî yê navçeya Xelsî yê parêzgeha Diyale di navbera du eşîran de şer derket.

Di şer de ji malbateke ji eşîra Dileymî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsê Parêzgeha Diyalayê Humeyd Nîhad El-Abadî ji Rûdawê re ragihand, “Dema ku grûpên çekdar gihîştin gund, dest bi teqekirinê kirin, di encama êrişê de 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.”

El-Abadî diyar kir ku piştî êrîşê hêzên ewlehiyê çûne gund.

Ev nûçe bi tevahî 541 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:49:07