Li Sûriye zêdetirî 14 hezar kesan bi êşkenceyê hatine kuştin

Li gor rapora herî dawî ya Tora Sûrî bo Mafên Mirovan, ji Adara 2011an heta Hezîrana 2022an 14 hezar û 685 kes li Sûriyê di bin êşkencedanê de hatine kuştin, piraniya wan jî bi destê hêzên Hikûmeta Sûriyê.

27 Hezîran 2022 - 11:59
27 Hezîran 2022 - 11:59
 0
Li Sûriye zêdetirî 14 hezar kesan bi êşkenceyê hatine kuştin

Di rapora Tora Sûrî ya Mafên Mirovan de hat diyarkirin ku ji Adara 2011an heta Hezîrana 2022an 14 hezar û 685 kes li Sûriyê di bin êşkencedanê de hatine kuştin, di nav wan de 181 zarok û 94 jin hene, piraniya wan jî bi destê hêzên Hikûmeta Sûriyê hatine kuştin.

Li gor rapora navborî, li Sûriyê 14 hezar û 464 kes di nav wan de 174 zarok û 75 jin di bin êşkencedanê de û bi destê hêzên Hikûmeta Sûriyê hatine kuştin, hevdem 83 kes di nav wan de zarokek û du jin bi destê HSDê bi êşkenceyê hatine kuştin, kesên din jî bi destê Desteya Tehrîr el-Şam û grûpên çekdar hatine kuştin.

Di Adara 2022an de jî, Tora Sûrî bo Mafên Mirovan di raporekê de ragihandibû ku ji Adara 2011an heta Adara 2022an, li Sûriyê 228 hezar û 647 sivîl bi destê aliyên çekdar li Sûriyê hatine kuştin, ji wan 14 hezar û 664 kes bi êşkenceyê canê xwe ji dest dane û heta niha jî 151 hezar û 462 kes girtî ne, hevdem 14 milyon Sûrî jî malên xwe bicîh hiştine û derbider bûne.

Ev nûçe bi tevahî 908 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:02:28