Li Wanê şer: Kesek hat kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû

Li Navçeya Rêya Hevrîşm a ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di encama şerê bi çekan ê di navbera du kesan de kesek hat kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû.

4 Çile 2023 - 04:15
4 Çile 2023 - 04:15
 0
Li Wanê şer: Kesek hat kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû

Li gor zanyariyan doh roja Sêşemê 3ê Kanûna 2023yan li taxa Bahçivan a girêdayî navçeya Rêya Hevrîşim a Wanê di navbera çend kesan de şer derket.

Di şer de aliyekê bi çifteyê û aliyê din jî bi demançeyê gule li hev barandin û di encam de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê. Lê yek ji birîndaran tevî hewldanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin kesê din ê birîndar jî li nexweşxaneyê tê dermankirin û rewşa wî ne cîgir e.

Hêzên ewlekariyê derbarê mijarê de lêkolîn dan destpêkirin.

Dîmenên şerê çekdarî ji aliyê kemeraya çavdêriyê ya dikanekê ve hatin tomarkirin.

Ev nûçe bi tevahî 709 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:57:52