Medyaya Îsraîlê: Netanyahu biryar daye ku tevahiya Xezzeyê dagir bike

Desteya Weşanê ya Îsraîlê ragihand, Benjamin Netanyahu biryar daye ku operasyonên leşkerî yên li Xezzeyê berfirehtir bike û heta ku tevahiya herêmê dagir neke, şerê li dijî Hemasê ranewestîne.

5 Tebax 2025 - 10:58
5 Tebax 2025 - 10:58
 0
Medyaya Îsraîlê: Netanyahu biryar daye ku tevahiya Xezzeyê dagir bike

Desteya Weşanê ya Îsraîlê şeva borî 4ê Tîrmehê belav kir, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu biryara berfirehkirina operasyonên leşkerî daye û tekez kiriye ku heta tevahiya Xezzeyê neyê dagirkirin, ew ê dest ji şerê li dijî Hemasê bernede.

Heman desteyê daye zanîn, sîstema ewlehiyê ya Îsraîlê li wan deverên Xezzeyê ku dîl lê tên girtin, rastî astengiyan tê. Herwiha, kenalên Îsraîlî yên wekî Kanal 14 û Kanal 12 jî amaje pê dikin ku "Kabîneya Şer" xwedî wê desthilatê ye ku biryara dagirkirina tevahiya Kerta Xezzeyê bide.

Netanyahu bi xwe jî di daxuyaniyekê de ragihandibû, ew ê di vê hefteyê de derbarê gavên nû yên berfirehkirina şer de biryarê bidin û fermanan bidin artêşê. Wî sê armancên sereke destnîşan kirin:

1.Têkbirina Hemasê.

2. Azadkirina dîlan.

3. Misogerkirina ku Xezze careke din ji bo Îsraîlê nebe gef.

Medyaya Îsraîlê ji zarê çavkaniyekî agahdar belav kir ku Netanyahu, Serfermandarê Artêşê agahdar kiriye û jê re gotiye, eger ew bi plana dagirkirina Xezzeyê ne razî be yan nikaribe bicih bînî, divê dest ji karê xwe berde.

 

Ev nûçe bi tevahî 16 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:07:55