Mesrûr Barzanî êrişa li Moskowê bi tundî şermezar kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê êrişa şeva borî ya li Moskowê bi tundî şermezar kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li Moskoyê şermezar kir û hevxemiya xwe ligel ligel malbatên qurbaniyan, birîndaran, gel û hikûmeta Rûsyayê ragihand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 23ê Adarê li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî “X” peyamek derbarê êrîşa terorîstî ya şeva borî li Moskowê belav kir û tê de ev êrîş şermezar kirin.
Ez êrîşa terorîstî ya şeva borî ya li Moskoyê bi tundî şermezar dikim. Di vê dema dijwar de hevxem im ligel malbatên qurbaniyan, birîndaran, gel û hikûmeta Rûsyayê.”
Duhî danê êvarê Înê êrîşek li avahiyeke bazirganî “Crocus City” ya nêzîkî Moskoyê hate kirin. Li gor amaran jî, zêdetirî 60 kes hatine kuştin û 115 kes jî birîndar bûne.
Piştî êrîşê DAIŞê di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya tora civakî “Telegram” belav kir, berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.