Mezlûm Ebdî: Divê mafên gelê Kurd di destûrê de bên naskirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, diyar kir ku divê mafên bingehîn ên gelê Kurd di destûrê de bên naskirin.

6 Tebax 2025 - 10:22
6 Tebax 2025 - 10:22
 0
Mezlûm Ebdî: Divê mafên gelê Kurd di destûrê de bên naskirin

Fermandarê HSDyê ji rojnameya Yenî Yaşamê re behsa pêwendiyên HSD û Şamê, yekîtiya Kurdan û rola hêzên navneteweyî kir.

Ebdî da zanîn ku şansê serkeftina danûstandinên nû yên li Parîsê ji pêvajoyên Astana û Cenevreyê zêdetir e û tekez kir ku divê mafên Kurdan di destûreke nenavendî de bên misogerkirin.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew di çarçoveya peymanên navneteweyî de bi Hikûmeta Sûriyeyê re di nava diyalogê de ne û ew ji bo çareseriyeke siyasî dixebitin.

"Yekîtiya Kurdan pêngaveke dîrokî ye"

Fermandarê Giştî yê HSDyê Konferansa Yekîtiya Kurdan a ku 26ê Nîsana 2025an hatibû lidarxistin wekî "pêngaveke dîrokî" bi nav kir û got, "Ji dema derketina Tevgera Kurd a li Sûriyeyê ve cara yekem e ku hemû partî û kesayetên Kurd li hev kom dibin û li ser vîzyon û bernameyeke siyasî ya hevpar li hev dikin. Ev bi rastî tiştekî dîrokî ye."

Ebdî amaje pê kir ku di encama konferansê de şandeyeke ji 10 kesan pêk tê hatiye avakirin da ku li ser navê Kurdan bi Şamê re dan û stan bike lê ev şande hîn dest bi kar nekiriye.

Mezlûm Ebdî her wiha di berdewamiyê de sedema vê yekê wiha anî zimên:

"Niha du şande hene. Yek jê li ser mijarên leşkerî û îdarî bi Şamê re dicive û ne tenê Kurd, Ereb û Suryan jî di nav de ne.

Ev şande hewl dide Peymana 10ê Adarê bixe pratîkê. Dan û standinên wan hîn di qonaxa destpêkê de ne.

Piş

tî ku di van mijarên giştî de pêşketin çêbibe, dê şandeya Kurd jî bi taybetî li ser mafên Kurdan bi Şamê re bicive.

Xala duyem a Peymana 10ê Adarê rasterast bi mafên gelê Kurd ve girêdayî ye.

Divê mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de bên naskirin û şandeya Kurd dê li ser vê mijarê raweste."

"Divê Sûriye nenavendî be û navê 'Komara Erebî' were guhertin"

Mezlûm Ebdî li ser paşeroja Sûriyeyê jî nêrînên xwe parve kir û eşkere kir ku piştî 14 salên şerê navxweyî, ne mimkun e Sûriye vegere sîstema berê ya navendî û totalîter.

Fermandarê HSDyê got, "Sedema sereke ya derketina şerê navxweyî sîstema navendî bû. Pirsgirêk ne di kesan de, di sîstemê de bû.

Ji bo çareseriyê, divê Sûriyeyeke nenavendî hebe. Divê hemû komên siyasî û çandî û hemû parêzgeh mafê xwebirvebirinê bi dest bixin.

Navê Sûriyeyê ji dema Baasê ve Komara Erebî ya Sûriyeyê ye. Ev nav rastiya Sûriyeyê nîşan nade.

Divê peyva ‘Ereb’ were rakirin. Sûriye ne tenê ya Ereban e, ya hemû pêkhateyan e. Heta ku ev guhertinên bingehîn neyên kirin, dê çareserî zehmet be."

"Şansê pêvajoya Parîsê zêdetir e"

Ebdî li ser hevdîtinên navneteweyî jî axivî û eşkere kir ku civîneke pêncalî (HSD, Hikûmeta Şamê, Amerîka, Fransa û Brîtanya) ku divabû 25ê Tîrmehê li Parîsê bihata lidarxistin, di kêliya dawî de ji aliyê Hikûmeta Şamê ve hatiye taloqkirin lê ew bawer dike ku dê di demek nêz de ew hevdîtin pêk were.

Fermandarê Giştî yê HSDyê sedema têkçûna pêvajoyên Cenevre û Astanayê bi nebûna hêzên sereke yên li ser erdê (HSD û HTŞ) ve girê da û da zanîn ku pêvajoya nû ji ber sedemên jêrîn xwedî şanseke mezintir a serkeftinê ye:

Mezlûm Ebdî di berdewamiyê jî de got, "Niha li Sûriyeyê du hêzên sereke hene ku rasterast dan û stanê dikin.

Hêzên Hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Eger ev her du hêz li hev bikin, dê bigihîjin peymanê.

Her wiha, îradeya navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîka û Ewropayê jî xurt e û bandorê li her du aliyan dike.

Em jî û Hikûmeta Şamê jî dixwaze ku ev pêvajo bi ser bikeve da ku Sûriye normal bibe û dorpêç bên rakirin. Ji ber vê yekê, şert û merc ji bo serkeftinê guncavtir in."

 

Ev nûçe bi tevahî 26 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:00:38