Mustafa Balbal: Ermenî kî ne?

Heta îro derbarê nîjad û seyrûseferîya ermenîyan de gelek tez hatine pêşkêşkirin. Lêbelê, li gorî tezên berbelav û hevgirtî, ermenî Trakî-Frîgî (Thracian-Phrygian) bûne û li derdora sala 400î BZ welatê xwe terikandine û penaber bûne ji bo axa eşîrên kurdên Araratê ku niştecihên welatê Urartuyê bûne. Her çend çavkanîyên bêbingeh ên ermenîyên ku îdia dikin ku urartuyî ermenî bûn û vê dîrokê wekî 950-800 BZ destnîşan dikin, lê çavkanîyên hevgirtî û berbelav, vê dîrokê wekî 500-400 BZ dîyar dikin. Heta îro gelek tez di derbarê nîjad û seferberîya ermenîyan de hatine pêşkêş kirin. Mînakî, dîroknasê Fransî J. L. Mattei, berevajî dîroknasên ermenî, dibêje ku di sala 800 BZ de li van axan ermenî nebûn,(1). Di encama êrîşên hovane de ku pê re rû bi rû man, ermenî li der dora sala 400 BZ ji Ewropaya Rojava ber bi Deryaya Reş ve bi keştîyan bi dûr ketin û penaber bûn li ser axên eşîrên kurd ên li ser Konfederasyona Eşîrên Urartuyê ku li Çîyayê Araratan serdest bû. Eşîrên kurd ên endamên Avahîya Konfederasyona Urartû, penaberên ermenî qebûl kirin û ew bi cih kirin li axên di bin kontrola xwe de. Bere bere, ev herêm wekî "revan" an “rewan” (kesên ku revîyane) hatîye bibîranîn û weka xwe heta roja me mayîye. Navê paytexta Ermenistanê ya niha, hîn jî jê re Rewan (Eriwan) tê gotin. Ji ber vê yekê, wekî ku ji dîrokê tê gihiştin, rayên penaberên ermenî ne aydê van axan bûne. Ermenîyên ku bi girseyî koç kirin ji bo axên kurdên bi eslê xwe mezopotamî, hêdî hêdî bi kurdan re li hev kirin û dînê wan pejirandin. Ji ber vê hindê, ermenîyên ku ji Xwedayê "Hay" an "Haya" (xwedayê serdema 3-Ur) perestî kirin, ku ji hêla kurdan ve jî dihat perestin, dest pê kirin ku xwe wekî "hayik" bidin nasîn. Di sala 450î PZ de, wan bawerîya "Haya" terikandin û çûn ser dînê xiristîyanîyê. Lêbelê, wan berdewam kir ku welatê xwe bi navê "Hayastan" bînin bîrê, ku ev yek dînê wan ê kevin ê "Haya" tîne bîra mirov (2).
Ji ber ku ev gel di destpêkê de xwe wekî ermenî pênase nedikirin, navên wan ên etnîkî yên kevnar nayên zanîn. Ji bo demek dirêj, li ser eslê rastîn ê vî neteweyî nezelalîyek hebû,(3). Di nivîsên kevirî û tabletên kîlî yên şaristanîya Akadî de, ku di hezarsala 3yemîn a BZ de li Mezopotamya û Anatolyayê jîyaye, tê dîtin ku herêma Rojhilatê Anatolyayê wekî "Armanu" û "Armenia" hatîye binavkirin. Bi gotineka din, 2500 sal berî ku ermenî werin van axan, ji vê herêmê re "Armenia" dihat gotin. Lewma, navê “ermenî” herêmeka erdnîgarî pênase dike. Ji alîyekî din ve, tê îdîakirin ku di serdema qiralê pers Darius de, ji kesên ku li erdnîgarîya Armenia dijîyan re "ermenî" dihatin gotin (4).
Her çend carinan tê gotin ku gelê kurd û ermenî du gelên xizm in ji ber ku ew hind-ewropî ne, gelek nêrîn hene ku ew ji hêla cûdahîyên etnîkî, dînî û çandî ve ti hevşibîyan nîşan nadin. Ermenî xwedî taybetmendîyên pir cuda ne, bi taybetî ji hêla çandî ve. Ji ber xwezaya wan a taybetmend, zêdexwazîyek bi wan re heye ku ji wan we ye her tiştê ku dest lê didin aydê wan e. Ji bo nimûne, ermenîyên ku di BZ de ji alîyê urartuyan ve li başûrê dûr ê Gola Wanê wek kole hatin birin, her ku ew li seranserê herêmê belav bûn îdia kirin ku gelek bajar û berhem, bi taybetî Amed, aydê wan in, (5). Paşê, di dema Padîşahîya Ermenîyan de, ku ji hêla Tîgranê II ve hatibû damezrandin û di navbera salên 85-69 BZ de demek kurt dom kir, yek ji mînakên wiha ye ku xwestin navê Ameda ku ji hêla Hûrîyan ve hatibû avakirin bi navê Tigranocertar biguherînin. Her çend dîroknasên ermenî yên wê serdemê bi zanebûn îdia dikirin ku bajarê Tigranocertar Amed e, lêbelê pişt re kavilên bajarê Tigranocertar, ku ti têkilîya wê bi Amed re nîne, li beşek din a başûrê rojhilatê hatin vedîtin, (6). Ermenî bi gelemperî bednav in bi çelexwarîkirina (tahrif) navan û dîrokê. Di heyama Mîrgegên Kurd de, wan hetta dixwestin navên rez û zevîyên mîrên Kurdistanê jî biguherînin, ku di wan de dixebitîn û rênçberî dikirin. Heta navên gundên ku lê dijîyan jî guhertin, ji ber vê yekê navên rastîn ên gundan hatin jibîrkirin. Wan îdîa kirin ku her tişt eydê wan e bi awayekî cidî tahrîfkirina nivîstekên kevirî ku aydê ûrartûyan bûn û xwedî nirxek dîrokî bûn, bi kolandina xaç û nîşanên wisa ên ku etnîsîte û bawerîya ermenîyan tînin bîra mirovan. Bi karanîna van rêbazan, ermenîyan tahrîfên erdnîgarî afirandin, da ku jibîrkirina navên rastîn mîsoger bikin. Bi rastî, divê were zanîn ku gelek navên bajaran, gundan û deverên din ên erdnîgarî, ew nav in ku ji sumerî, akadî, asûrî, medî û ûrartûyan wekî mîrat mane. Qeydên kevn yên tapo û scîlên edlî qet nebe dikarin bi kismî eşkere bikin dorpîva tehrîfên erdnîgarî yên di heyama osmanîyan de hatine kirin. Pêwîst e ku bi taybetî em bi baldarî hûr bibin li serdema piştî tasfîyekirina xwînî ya mîrgehên kurd, ku wekî encameka destpêşxerîyên navendîkirinê hatîye destpêkirin ji hêla Împeratoriya Osmanî ve bi Zagonên Tanzîmatê yên di sala 1839an de. Bi pêşdarîya serekpîlangêrî ya Cîhana Xiristîyan a Rojava dorpîva tahrîfkirinên tirsnak ên navên erdnîgarî ji hêla Ermenîyan ve, ku piştî serdestîya Mîrgehên Kurd hatîne kirin, bi qasî tahrîfkirninên ku ji hêla hişmendîya kemalker ve hatine kirin xeternak in. Ji salên 1850an û pê ve, dema ku desthilatdariya Mîrgehên Kurd hat hilweşandin, ermenîyan hewl dan bi avakirina dêran li hemû gundan îspat bikin ku hemû gund û herêm aydê wan in. Tew li gundên ku bi tevahî misilman bûn û tenê yek malbateka ermenî lê hebû jî dêr hatin çêkirin. Tehrîfkirina erdnîgarî û kiryarên livbaz ên ku ji alîyê ermenîyan ve hatine kirin bi awayekî zelal nîşan didin ku rayên wan ên nîjadî bi rastî ne aydê van axan in.
Ermenîyan heta dawîya sedsala 10an demekê wek mîrektîyên piçûk li herêmên cuda yên Kurdistana jorîn di bin parastina bîzansan de hebûna xwe berdewam kirin. Ermenî rû bi rûyî bertekên tund ji aliyê kurdan û pêkhateyên din bûn, ji ber ku wan carinan hewl dida sînorên xwe derbas bikin û êrîşî pêkhateyên din, bi taybetî jî kurdan bikin. Ji ber ku li herêma ku lê dijîyan rayê wan nebûn, ew bi hêmanên niştecî re di pevçûnên berdewam de bûn. Ermenîyan, bi sûdwergirtina ji hêza Bîzansê, di sala 1020an de axên xwe yên li herêma Kurdistanê ku li ser diman, bi awayê taqasê ji împeratorîyê re hêla û bi girseyî koçî deverên cûda yên anatolîyê, bi taybetî Kilîkyaya kevnar kirin, û hejmareka hindik ji ermenîyan li pey xwe hiştin. Ji ber vê sedemê, ji wê demê heta îro peyva "keysfille" (Armenian’s Opportunism) tê bikaranîn, (7).
Xanedana Şeddadî, yek ji xanedanên girîng ên kurd, tê zanîn ku li ser deverek berfireh, tevî Azerbaycan, Aran û Qersê, serdest bûye. Tê zanîn ku navenda vê dewletê Orxîsten (Karabax) bû û paşê paytexta xwe veguhezand Anîyê. Şedadîyan di navbera salên 951 û 1251an de li vê herêmê serdestîya xwe berdewam kirin. Ji ber vê yekê, her çend ermenî li vê herêmê tunebûn jî, kurd li vir niştecihbûn. Di salên 1920an de, hema bêje di heman demê de bi Kurdistana Sor re, dewleta Ermenistanê li van axan hate damezrandin. Avakirina Kurdistana Sor dê Ermenistanê jî aciz bike bi qasî ku Azerbaycanê aciz dike. Ji ber vê yekê, di encama hevpeymanî û dek û dolabên veşartî yên van her du welatan de, hebûna Kurdistana Sor piştî demek kurt ji holê rabû. Hebûna kurdan ji her alî ve xewa Ermenistanê herimandîye. Di destpêka salên 1990î de, dewleta Ermenistanê axa kurdan a Kurdistana Sor dagir kir, kurd ji welatê wan derxistin û kuştinên girseyî yên di wekî jenosîdê pêk anîn (9). Ev helwesta qirker a dewleta Ermenistanê bes e ku helwesta wê ya bînefisk (insidious) a li hember Kurdistana Sor a berê eşkere bike. Bi vî awayî, xuya dike ku keysfillehîya wan a du hezar salî careka din dubare bû.
Dema ku em li dîrokê dinêrin, di dema serdestîya Mervanîyan û Eyûbîyan (1175-1260) de ti nîşanek ji tevgera Ermenîyan xuya nake. Ji ber ku ew her tim li alîyê hêzê bûne. Paşê, dema ku Mongolên hov dest bi dagirkirina herêmê kirin, ermenîyan kêleka mongolên bihêz girtin. Bi vî awayî, Melik Kamil Eyûbî, hukumdarê Dewleta Eyûbî, ji alîyê mîrekî ermenî yê keysfilleh ve hate dîlgirtin û goştê wî ji laşê wî hat jêkirin û kakûtê wî li kolanên Şamê hate gerandin. Her çiqas ermenî carinan li kêleka mîrên kurd xwe nişan didan, lê li pişt perdê bi osmanîyan re hevkarî dikirin, ew di heman demê de li kêleka dewletên xiristîyan ên rojava jî bûn û helwestek dij-osmanî nîşan didan. Ji alîyekî din ve, wan dixwest bi Îtîhat û Terakkî re tifaqekê çêbike û kurdan qels û veder bike. Ev dikare were gotin ku sebeba sereke ya dijberîya wan a li hember gelek serhildanên kurdan ev e, ku di nav wan de tevgera Şêx Ubeydullah a ku di salên 1880-an de dest pê kir, serhildana Melle Selîm a 1914-an û gelekên din. Dijberîya wan a li hember Alayên Hemîdîye jî ji vê bingehê tê.
Çavkanî:
1- Komîteyên Ermenî li dû Ermenistaneke Mezin, bi Belgeyan, r. 25, Jean-Louis Mattei.
2- Kurtedîrokeke Kurdistanê. Ekrem Cemilpaşazade.
3- Komîteyên Ermenî li dû Ermenistaneke Mezin, bi Belgeyan, r. 15, Jean-Louis Mattei.
4- Kovara Zanistên Civakî, Cild 7, Hejmar 1, Gotar li ser Eslê Ermeniyan û Têkiliyên Tirk-Ermenî ji Demên Paşîn heta Niha. Prof. Dr. , Memiş Ekrem.
5- Şaristaniya Urartu û Dîrok. İhsan Çölemerikli.
6- Komîteyên Ermenî li dû Ermenistaneke Mezin, bi Belgeyan, r. 27, Jean-Louis Mattei.
7- Têkiliyên Kurd-Ermenî, gotar. Lêkolîner û nivîskar - Şakir Epözdemir.
8- Anatomiya Zilmên Ermenistanê li Kurdistana Sor. Malpera Nerina Azad, gotar. MustafaBalbal.
9-Xebata hêja ya lêkolîner û nivîskar Şakir Epözdemir ku hostayê dîrokê ye û ji berhemên Mehredad R. Îzady, Ekrem Cemîlpaşazade, Şefket Beysanoğlu, Mehmet Emin Zekî Bey, Prof. Dr.
https://nerinaazad2.com/tr/columnist/mustafa-balbal/ermeniler-kimdir-neden-toprak-sattilar
Mustafa Balbal
09/05/2021
* Çeviri: Mazda Pola
Nûvekirina herî dawî: 05:07:54