Nêçîrvan Barzanî û Kevin Leahy: DAIŞ hîn jî metirsî ye
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) ê Îraq û Sûriyeyê General Kevin Leahy re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyand ku Nêçîrvan Barzanî li gel General Kevin Leahy û şandeyeke pê re civiyaye.
Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Kar û Barên Pêşmergeyan, Sererkanê Pêşmergeyan û Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade bûn.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêvajoya reform û yekxistina hêzên Pêşmergeyan û gef û tevgerên DAIŞê yên li Îraq û Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
“DAIŞ hîn jî metirsî ye”
Her du alî hevbîr bûn ku “DAIŞ hîn jî wekî gef û metirsiyeke rasteqîn” a li ser aştî û seqamgîriya Îraq û Sûriyeyê dimîne.
Di vê çarçoveyê de, girîngiya berdewamiya hevahengî û hevkariya hevbeş a di navbera artêşa Îraqê, Pêşmerge û hêzên Koalîsyonê de ya ji bo rûbirûbûna DAIŞê hat ducarekirin.
Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariyên wê yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê yên di rûbirûbûna metirsiyên terorê de spasiya Koalîsyonê kir.
Barzanî her wiha bi taybetî ji bo piştgirîkirina pêvajoya reform û yekxistina Pêşmergeyan pesnê rol û hewlên General Leahy da û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Mijareke din a civînê, rewşa Sûriyeyê û Kurdên Rojavayê Kurdistanê, pêşhatên dawî yên li herêmê û bandora wan a li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bû.
Li hêla din, girîngiya parastina aramî û ewlehiya Rojhilata Navîn û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş jî hatin şîrovekirin.