Li Hewlêrê droneke bombebarkirî hat xistin
Îro berê sibehê li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê droneke bombebarkirî hat xistin.

Îro berê sibehê li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê droneke bombebarkirî hat xistin.
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku dron nebûye sedema ti xisarên madî û canî.
Nûçegihanê ajansa Rûdawê ji nêzîkî cihê bûyerê ragihand ku dron demjimêr 02:18ê berbangê li asmanê Hewlêrê li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî hatiye xistin.
Horvan Refet da zanîn ku hêzên ewlehiyê demildest gihiştine cihê bûyerê û teqez kir ku ti ziyan çênebûye û rewş bi temamî asayî ye.(Rudaw)