Nêçîrvan Barzanî: Xizmetên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mînakeke bilind a mirovperweriyê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 20emîn salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand, xebat û xizmetên mirovî yên dezgehê di van bîst salan de "cihê rêz û pêzanîneke mezin e."

5 Tebax 2025 - 10:56
5 Tebax 2025 - 10:56
 0
Nêçîrvan Barzanî: Xizmetên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mînakeke bilind a mirovperweriyê ye

Di daxuyaniyekê de ku doh Duşemê, 4ê Tebaxa 2025an, ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat belavkirin, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî berpirs, rêveber û karmendên dezgehê kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: "Ez bîranîna bîstemîn salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi germî û ji dil li berpirs, rêveber û karmendan pîroz dikim. Destxweşiyê li wan dikim ji bo wan hemû erk û xizmetên mirovî û xêrxwazî yên ku bi mêrxasî pêşkêş kirine. Hêviya berdewamî û serkeftinê ji wan re dixwazim."

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn, kar û xizmetên mirovî, xêrxwazî û gihandina alîkariyan bo lêqewimiyan ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve di heyama bîst salan de, nîşandana giyanekî bilind ê mirovî bûye.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir: "Ew xizmet mînakeke bilind a mirovperwerî û alîkariyê bûye, ku şopa wê diyar û berçav e û cihê rêz û pêzanîneke mezin e."

 

Ev nûçe bi tevahî 10 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:16:52