Serkirdeyekî El Qaîdeyê li Sûriyê hat kuştin
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê eşkere kir, di êrîşeke serbazî de li bakurê rojavayê Sûriyê, serkirdeyekî bilind ê El Qaîdeyê hat kuştin.

Îro Çarşemê 3ê Gulana 2023an, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de armanckirina serkirdeyekî El Qaîdeyê li bakurê rojavayê Sûriyê ragihand û eşkere kir ku piştre dê zanyariyên zêdetir derbarê operasyonê de werin belavkirin.
Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê General Michael Kurilla li ser vê mijarê ragihand: “Operasyon di çarçoveya bidawîanîna hejmûna DAIŞ û çekdarên El Qaîdey de bûye.”
Nûvekirina herî dawî: 16:27:39