Serok Barzanî: Me ji Bexdayê xwest ku sînorekî ji bo koman deyne

Serok Mesûd Barzanî derbarê êrişên li Herêma Kurdistanê got ku wan ji Bexdayê xwestiye sînorekî ji bo wan koman deyne.

11 Adar 2026 - 11:29
11 Adar 2026 - 11:29
 0
Serok Barzanî: Me ji Bexdayê xwest ku sînorekî ji bo koman deyne

Serok Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Bahadîn civiyan.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Selahedîn Bahadîn tekez kir ku tevî cudahiya nêrînên siyasî, rewş wiha dixwaze ku ji bo mijarên hestiyar hevahengiyeke berdewam di navbera hêzên siyasî de hebe.

Bahadîn her wiha spasiya rola Serok Barzanî kir ji bo wê dilsozî, bersivdayîn û hewldanên berdewam ên ji bo parastina gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê û wê rola bibandor a ku di proseyê aştiyê yê li Tirkiyeyê de lîstiye.

“Em ne parçeyekî vî şerî ne”

Li aliyê din Serok Barzanî derbarê rewşa herêmê got:

“Herêma Kurdistanê ne parçeyekî vî şerî ye û her tim daxwazkarê diyalogê ye.”

Wî her wiha tekez kir ku karê herî pêşîn parastina ewlehiya Kurdistanê ye û ew amade ne di her rola aştiyane de cih bigirin.

Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Barzanî dilgiraniya xwe anî zimên ku hinek kom li kêleka vî şerê herêmî û bi hincetên bêbingeh êrişî Herêma Kurdistanê dikin.

Serok Barzanî ragihand ku wan ji hikûmeta Îraqê û Çarçoveya Hevahengiyê xwestiye ku sînorekî ji bo wan koman deynin.

“Divê parlamento were aktîfkirin”

Serok Barzanî derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî tekezî li ser pêdiviya hevahengî û diyaloga aliyan kir û got:

“Girîng e hemû alî ji bo aktîfkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmeteke bingehfireh a niştimanî lezê bikin ku tê de hemû alî berpirsyariyê bigirin ser milê xwe.”

Serok Barzanî li ser mijara pêkanîna “Encumena Siyasî” jî pêwîst dît ku hemû partî tê de beşdar bin, “lê bila ew encumene nebe alternatîfê saziyên Herêma Kurdistanê.”

 

Ev nûçe bi tevahî 40 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:09:06