Sûdanî bi Fermandarê CENTCOMê re civiya
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Kurilla re civiya.

Di civînê de tekezî li ser bidawîkirina erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê û derbasbûna ji bo pêwendiyeke ewlehiyê ya dualî hat kirin.
Serokwezîrê Îraqê Sûdanî şandeyeke payebilind a leşkerî ya Amerîkayê pêşwazî kir ku ji fermandarê nû yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê Kevin Lambert, fermandarê berê Koalîsyonê Kevin Leahy û Fermandarê CENTCOMê Michael Kurilla pêk dihat.
Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê yê li Bexdayê Steve Fagin jî di civînê de amade bû.
Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Îraqê, di civînê de behsa hevkariya di navbera Îraq û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê û amadehiyên ji bo derbasbûna ji bo pêwendiyeke ewlehiyê ya dualî ya bi welatên hevpeyman re hatin gotûbêjkirin.
Her wiha her du alî li ser karên Komîteya Bilind a Hevbeş a Îraq û Amerîkayê û pêşhatên li Sûriyeyê û bandora wan a li ser ewlehiya herêmê jî rawestiyan.
Sûdanî tekez kir ku pêwîst e girîngî bi parastina aramiyê, dûrketina ji aloziyan û rêzgirtina ji serweriya welatan re were dayîn.
Wî her wiha bal kişand ser aktîvkirina hewlên dîplomatîk ji bo çespandina ewlehî û aramiya li herêmê.
Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê li ser daxwaza fermî ya Îraqê bi pêşengiya Amerîkayê sala 2014an Îlona 2024an, ji bo rûbirûbûna DAIŞê hatibû avakirin.
Bexda û Washingtonê li hev kirin ku heta Îlona 2025an erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê li Îraqê bi dawê bibe.
Bexda gelek caran tekez dike ku rewşa ewlehiyê ya Îraqê baştir bûye û hêzên wan dikarin aramiya navxweyî biparêzin.
Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebasî, meha borî ragihandibû ku tê pêşbînîkirin di dawiya meha îlonê de Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê hinek cihan vala bike û li Herêma Kurdistanê bi cîh bibe.
Wezîrê Îraqî her wiha gotibû ku ji îdareya Donald Trump ti îşaretek derbarê guhertina biryarên vekişînê de wernegirtine.
Niha nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê li Îraqê û 900 leşker jî li Sûriyeyê di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞê de li herêmê bi cîh bûne.
Nûvekirina herî dawî: 16:23:08