Sûdanî: Êdî ji bo mayîna leşkerên Tirkiyeyê yên li Îraqê ti hincet nemane

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî amaje bi pêvajoya çareseriyê û danîna çekan a PKKyê da û diyar kir ku “Sûdanî: Êdî ji bo mayîna leşkerên Tirkiyeyê yên li Îraqê ti hincet nemane.”

30 Tîrmeh 2025 - 11:03
30 Tîrmeh 2025 - 11:03
 0
Sûdanî: Êdî ji bo mayîna leşkerên Tirkiyeyê yên li Îraqê ti hincet nemane

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di hevpeyvîneke xwe ya bi Associated Pressê (AP) re de li ser pêşhatên herêmê û siyaseta derve ya Îraqê axivî.

Sûdanî êrişên li ser qadên petrolê yên Herêma Kurdistanê, Balafirgeha Kerkûkê û parzûngehên Beyciyê wekî “kiryarên terorîstî” yên ku aboriya niştimanî dikin armanc bi nav kirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got:

“Me bi germî pêşwazî li rêkeftina aştiyê ya di navbera Hikûmeta Tirkiyeyê û PKKyê de kiribû.

Sûdanî: Êdî ji bo mayîna leşkerên Tirkiyeyê yên li Îraqê ti hincet nemane, divê ew ji axa Îraqê derkevin.”

Sûdanî bal kişand ser girîngiya pêwendiyên bi Tirkiyeyê re û anî ziman:

“Pêwendiyên me yên stratejîk û hewlên me yên hevbeş ji bo zêdekirina ewlehî û aramiyê bi Tirkiyeyê re hene.

Em dixwazin projeyên aborî bi pêş bixin, bi taybetî jî projeya stratejîk a Rêya Bipêşketinê.”

“Em dê rê nedin ti aliyan”

Sûdanî di hevpeyvîna xwe de bi awayekî xurt tekezî li ser serweriya Îraqê kir û diyar kir ku li gorî destûrê biryara şer û aştiyê tenê berpirsyariya hikûmetê ye û wiha axivî:

“Em dê rê nedin ti aliyan ku biryara şer an aştiyê xesp bike.

Ev biryar, li gorî destûr û yasayan, bi piştgiriya merciyên olî, hêzên siyasî û gelê Îraqê, aîdî hikûmetê ye.”

Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku ew di siyaseta derve de bi prensîba “Berê Îraq” tevdigerin û ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê dixebitin.

Sûdanî tekez kir ku aramiya Sûriyeyê ji bo Îraqê mijareke ewlehiya niştimanî ye û li ser pêwendiyên bi Îranê re jî da zanîn:

“Îran dewleteke cîran e û di têkoşîna li dijî terorê de piştgiriya me kiriye.

Me tekez kir ku em êrişkariya li ser Îranê red dikin.”

Sûdanî her wiha destnîşan kir ku yek ji stûnên sereke yên bernameya hikûmetê ew e ku hemû çekên bikevin bin kontrola dewletê û di rewşeke aram de ti hincet namînin ku kom çekan hilgirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 33 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:17:18