Tirkiyê çiyayê Metîna û bilindahiyên 3 gundan bombebaran kir

Firokeyên Tirkiyê îro Geliyê Sêvo li Çiyayê Metîna û derdora gundên Belave, Guherz û Berçî bombebaran kirin. Welatiyekî xelkê gundê Berçî dibêje, cihê hatiye bombebarankirin tenê 300 metran dûrî gund e.

3 Tîrmeh 2023 - 10:58
3 Tîrmeh 2023 - 10:58
 0
Tirkiyê çiyayê Metîna û bilindahiyên 3 gundan bombebaran kir

Gundiyekî Berçî yê bi navê Macid Berçî ji ajansa Rûdawê re got: “Îro ji demjimêr 10:00 sibehê ve Tirkiyê bi awayekî berfireh bombebaran û topbarana Geliyê Sêvo û bilindahiyên derdora gundên Belave, Guherz û Berçî li rêzeçiyayên Metîna dest pê kirine.”

Macid Berçî diyar kir: “Dengê tezîneke mezin li nêzî gundê Berçî hat bihîst ku 300 metreyan ji gund dûr bû, lê em nizanin ku mûşeka firokeyê bûye yan top bûye.”

Derbarê zirarên bombebaranê de jî, wî welatiyê han got, çend saçmeyên dema bombebaranê gihîştine nav gund û gundî gelek ditirsin, lê belê heta niha zirarên canî nebûne.

Ew nêzî heftiyekê ye ku rojane Çiyayê Metîna û bilindahiyên sînorê navçeya Amêdiyê ji aliyê ve tên topbarankirin an bombebarankirin.

Ev nûçe bi tevahî 597 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:01:41