Trump û Von der Leyenê li hev kir: Ev di dîroka Amerîkayê de peymana herî mezin e

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan gotûbêjên peymana bazirganiyê ya bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re temam kirine û ew dê ji sedî 15 baca gumrikê li ser berhemên YEyê bisepînin.

28 Tîrmeh 2025 - 11:14
28 Tîrmeh 2025 - 11:14
 0
Trump û Von der Leyenê li hev kir: Ev di dîroka Amerîkayê de peymana herî mezin e

Donald Trump, piştî hevdîtina xwe ya bi Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyenê re ya li Skotlandê ji rojnamegeran re axivî.

“Yekîtiya Ewropayê dê bi 750 milyar dolarî berhemên enerjiyê bikire”

Trump diyar kir ku wan li ser peymaneke bazirganiyê bi Yekîtiya Ewropayê re li hev kiriye û got:

“Yekîtiya Ewropayê qebûl kir ku bi 750 milyar dolarî berhemên enerjiyê ji Amerîkayê bikire.

Her wiha Yekîtiya Ewropayê dê zêdetirî 600 milyar dolarî li Amerîkayê hilberînê bike.”

Yekîtiya Ewropayê dê baca gumirkê li ser berhemên Amerîkayê nesepîne

Trump da zanîn ku welatên Yekîtiya Ewropayê qebûl kiriye ku baca gumirkê li ser berhemên Amerîkayê nesepînin û got ku dê bazarên welatên Yekîtiya Ewropayê bi temamî ji berhemên Amerîkayê re vekirî bin.

Trump anî zimên ku welatên Yekîtiya Ewropayê dê bi awayekî berbiçav muhîmatên leşkerî ji Amerîkayê bikirin û ev kirîn dê bi “sedan milyar dolaran” be.

“Peymana bazirganiyê ya herî mezin e”

Trump derbarê peymana ku di hevdîtina xwe ya bi Von der Leyenê re kiriye de got:

“Amerîka dê rasterast ji sedî 15 baca gumirkê li ser otomobîl û hemû berhemên din ên YEyê bisepîne.

Ez ji peymana îro gelekî kêfxweş im. Bi ya min ev heta niha peymana bazirganî ya herî mezin e.”

Serokê Amerîkayê Trump piştî ku hatibû ser kar, ji sedî 50 baca gumirkê li ser hawirdekirina pola û alumînyumê, ji sedî 25 li ser sektora otomobîlan û ji sedî 10 jî li ser berhemên din ên ji welatên Yekîtiya Ewropayê sepandibû.

Li gorî amarên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, wan par bi 532,3 milyar euroyî kelûpel firotine Amerîkayê û bi 335 milyar euroyî jî berhem kirîne.

Yekîtiya Ewropayê di encama vê bazirganiyê de 197,3 milyar euro zêdetir qezenc kiriye.

Trump bi taybetî ji vê zêdebûna bazirganiyê ya Yekîtiya Ewropayê ne razî bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 11 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:24:46