Wezîrê Petrolê yê Îraqê li ser hinartina petrola Kurdistanê daxuyanî da

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî got, “Niha Herêma Kurdistanê rojane 130 hezar bermîl petrolê hildiberîne. Me li hev kir ku 50 hezar bermîl ji bo navxwe were bikaranîn û 80 hezar jî were hinardekirin.”

6 Tebax 2025 - 10:24
6 Tebax 2025 - 10:24
 0
Wezîrê Petrolê yê Îraqê li ser hinartina petrola Kurdistanê daxuyanî da

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî îro çû parêzgeha Kerkûkê. Heyan Ebdulxenî li Kerkûkê ji rojnamegeran re axivî.

Heyan Ebdulxenî li ser hinartina petrola Kurdistanê got:

"Dan û standin û civînên me bi birayên me yên li Herêmê re berdewam in.

Em li gel Wezareta Çavkaniyên Siruştî derbarê wergirtin û hinardekirina petrolê ya bi rêya Kompanyaya Bazarkirina Petrolê (SOMO) di nava pêwendiyan de ne.

Niha li Kurdistanê berhemanîna ji wan zeviyên petrolê ku heta niha kar dikin, rojane nêzîkî 130 hezar bermîl petrol e.

50 hezar bermîl ji bo bikaranîna rojane ye û me bi birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê re li hev kiriye ku em dê 80 hezar bermîlên din wergirin û bi rêya Bendergeha Ceyhanê ya Tirkiyeyê hinarde bikin; bi îzna Xwedê."

Armanca serdana Wezîrê Petrolê yê Îraqê ya Kerkûkê

Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed, yek ji armancên sereke yên serdana wezîr ji nû ve vekirina Tesîsa Petrolê ya Şedarê ye ku xwedî kapasîteya veqetandina petrola xam a bi avê re tevlîhevbûyî ye.

Tê armanckirin ku bi destpêkirina xebata tesîsê re kapasîteya hilberîn û karkirinê ya Kerkûkê zêde bibe.

Wezîr Ebdulxenî her wiha dê vekirina "Rafîneya Berhem" a li devera Gurgeçalê ya Kerkûkê pêk bîne û serdana tesîseke din a ser bi Kompanyaya Petrolê ya Bakur bike.

Hevkariya bi BP re kûrtir dibe

Di çarçoveya serdana Wezîrê Neftê yê Îraqê Ebdulxenî ya Kerkûkê de, hevdîtina ku hikûmeta Îraqê dê bi kompanyaya enerjiyê ya Brîtanî BP re bike jî balê dikişîne.

BP xebatên ji bo bipêşxistina zeviyên petrolê yên Kerkûkê dimeşîne.

Serokwezîriya Îraqê di daxuyaniya xwe ya 1ê Tebaxa 2024an de ragihandibû ku di navbera wan û BPyê de ji bo nûavakirin û pêşxistina çar kêlgehên mezin ên neftê yên li Kerkûkê memorandûmeke lihevkirinê hatiye îmzekirin

 

Ev nûçe bi tevahî 22 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:51:06