Xwendekar û malbatên wan bihev re pirtûk xwendin

Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê 200 xwendekar û malbatên wan li qada gund kom bûn û pirtûk xwendin.

7 Mijdar 2017 - 04:49
7 Mijdar 2017 - 04:49
 0
Xwendekar û malbatên wan bihev re pirtûk xwendin

Mamosteyên Dibistana Seretayî û Navîn ên gundê Yarpuzluyê girêdayî bajarê Muşê ji bo ku bala xwendekaran û malbatên wan bikşînin ser xwendinê li qada gund çalakiyek lidar xistin.

200 xwendekar û malbatên wan li qada gund kom bûn û 2 saetan pirtûk xwendin.

Rêvebirê dibistanê Zulkuf Demircî got wan xwestiye bi vê bernameyê balê bikişînin li ser xwendinê û wiha axivî: "Armanca me ew e ku hm eleqeya xwendevanan û hem jî ya malbatên wan li ser xwendinê zêde bibe. Gundiyan eleqeyek mezin nîşanî vê çalakiyê dan."

Mamosteya Aslihan Dalmiş jî wiha got: "Dema zarokan dît ku dê û bavên wan bi wan re pirtûkê dixwînin kêfxweş bûn. Eleqeya wan a ji bo xwendinê zêde bû. Em dixwazin zarokên me bixwînin."

Xwendekar Seher Konuk jî got ew xwendinê pir hez dike û wiha axivî: "Kesekê xwendin û nivîsandinê nizane ji gelek tiştan paşve maye. Çend salî dibin bila bibin divê ferî xwendinê bibin." (aa)

Ev nûçe bi tevahî 1961 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:54:48