Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!!

Helbet ji bona kesên weke min bê rêxistin, gelekî rehet e ku mirov partiyan rexne bike. Helbet ev heqê me re ye. LÊ divê mirov destê xwe bide ser wijcanê xwe, li dora xwe û li rewşa welatê xwe binêre û qise û rexne bike, wê ew rexnên me re bêtir cihê xwe bigire.

Bube Eser

21.11.2017, Sal | 14:47

Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!!
Nêrîn Belav bike

Belê rast e û mafê gelekan ji me ye ku em behsa partiyên xwe yên kurd û Kurdistanî ne, bikin. Wan rexne bikin. Heta gelek caran ji rexneyan wêdetir em wan gunehkar jî dikin. Em dixwazin ew her karê xwe baş bikin û yên dikin jî ne bi dilê me be, em wan pir bi rehetî rexne jî dikin. Helbet ev heqê me ye…

Heger hûn rastiyê bixwazin êdî hin rexne an rexnegir ji hedê xwe derketine kar û barê wan tenê maye ku van partiyên me gunehkar bikin. Hemî kêmaniyên hene bikin hustiyên wan. Aha ev nabe.

Binêrin ez bi xwe jî gelek caran ji wê partiya jê hez dikim an dixwazim ew li kêmaniyê xwe hay bibin, rexne dikim. Hinan bi nav hinan jî bê nav rexne dikim. Çima ez vê dikim?

Ji ber ku ez dixwazim van partiyên me bi serkevin, bi karên ji wan tê xwestinê ve rabin, şaşî û kêmaniyên wan rexne dikim lê tim jî ji bona karên wan yên baş bûme û dibim pesindarê wan jî.

Hûn ya rastî bixwazin heq û mafê herkesan e ku kêmaniyên partiyên hene rexne bikin. Lê ne heqê herkesan e ku tenê li mala xwe rûniştîne, bi tu karekî siyasî û rewşenbîrî ve ne mijûl in, karên kesên weha tenê dibe rexnekirina partiyên hene.

Lê divê em carekê li rewşa welêt û kesên xwe binêrin û bibînin bê van partiyên me di çi rewş û halî de karê xwe ê siyasî dikin. Di rewşa îro de karê wan gelekî zehmet e. Li tirkiyê û li bakurê kurdistanê bi piranî rewşa averte heye. Di rewşên averte de mirov nikare weke rewşên normal karê siyasî bi rehetî bike. Dema me ew rexne kirin divê em vê rewşê bidin ber çavan.

Lê em dibînin û dinerin dîsa jî ew partiyên me li gor şert û mercên hene kar dikin û dixwazin ji bona gelê xwe tiştna bikin. Dikin jî. Helbet di nav kar de wê kêmanî çê bibe, şaşî dikare pêk bê.

Ez bi xwe jî di nav de gelek caran partiyên jê hez dikim rexne dikim. Divê em jî ango ew kesên bê rêxistin vê yekê baş bizanibin; Rêxistina herî xerab, ji bê rêxistiniyê baştir e. Qe nebe çend kes li ser hev in û ew dikarin bibin qawet, ew dikarin bibin hêz û rojekê ew dikarin bibin pêşevanê gelê xwe jî.

Kesên bê rêxistin şexseke û bibe agir jî ancax cihê lêye dikare bişewîtîne, zêde nikare here, xet û çerçewaya wan diyar e. Lê çi dema wan jî kedên xwe teva karê partiyan kirin ew jî dikarin bêtir bi pêşkevin.

Heta gelek caran em ew kesên bê rêxistin bi destên xwe dihêlin ku partî û rêxistinên me jî bê qawet û hêz bimînin. Ji ber ku partiyeke bi saya endamên xwe çalak e, xurt e, lawaz e. Çi dema partiyek bibe xwedî hêz û qawet, bibe xwedî pere û hebûn. Ez bawerim wê karên baştir bikin. Mînak:

Di rêxistinekê de çend nivîskarên qerase hebin, ew rêxistin dikare bibe xwediyê xwe û medyayeke baş, qenc û çalak. Heger di rêxistinekê de çend kesên dewlemend ku dikarin gelek tiştên hêja bikin hebin, ew partî dikare di demeke herî kind de gelekî bi pêşve here.

Kesên jêhatî, kêr hatî û çalak bibin endamê partiyekê helbet ew partî jî wê bi saya wan kesana çalaktir bibe û bêtir kar û xebatê bike.Ha hemî tişt ne tenê endam bûn e, mirov dikare bibe terefdarê wan. Dostên wan î herî nêzîk û bi saya vê dostaniyê jî alîkariya wan bike.

Helbet ji bona kesên weke min bê rêxistin, gelekî rehet e ku mirov partiyan rexne bike. Helbet ev heqê me re ye. LÊ divê mirov destê xwe bide ser wijcanê xwe, li dora xwe û li rewşa welatê xwe binêre û qise û rexne bike, wê ew rexnên me re bêtir cihê xwe bigire.

Gelo em qet carekê jî be li ser pêwîstiyên wan rawestiya nin?NA dibêjim. Ji ber ku îro pêwîstiya medyayek xurt li ser xeta neteweyî lazim e. Lê partiyên me li gor îmkanên xwe nikarin vê pêk bînin. Gelo çima ew kesên me yên xwedî pere û tim karê wan rexnene an bê deng in, bi alîkariya wan ve rabin. Ji wan re tv yekê û medyayek xurt venakin û pêk nînin.

Madem ku em hevdu temam dikin, madem heqê me ye em partiyên xwe rexne bikin, lê divê em heqê wan jî bidin wan. Li gor min heta ku mirov nede divê mirov rexne jî neke. Ha dayîn çi ye. Hin bi perên xwe, hin bi sexsê xwe, hin bi nivîsên xwe û hin jî bi mejî yê xwe dikarin partiyeke herî xurt li bakurê kurdistanê damezrînin an yên hene xurtir bikin.

De ka werin, ez bi xwe jî di nav de em heta demekê rexnên xwe dînin alîkî û bi alîkariya partiyên xwe ve rabin, pêwîstî û lazimiyên hene bi hevre bînin cih. Kêmaniya wan temam bikin û dûre em ê binerin dema karê xwe nekirin aha wê gavê em êdî dikarin bi rexneyên xwe yên çêker agir berra kadîna wan din.

Ma ne piraniya me ku em dibêjin; Pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji partiyek an ji eniyeke neteweyî, xurt û bi hêz heye. De ka werin em vê li gel partiyên xwe pêk bînin…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
5178 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:56:55

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? PKK Kî ye, kî ne û çi dike??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x