Ji ber vê ye her kurd Dalkurdê ya xwe dizanin û ji bona serketina wê hewl didin. Lewra me hemiyan dît û bihîst ku hinan xwestin logoya wê biguherînin û ala kurdistana li ser formên wan rake û nav bike ”Bratî”
Vê nerîn û helwesta ne di cih de, bû sedema ku hemî kurd ji nû de li xwe hay bûn ku hin çawa dixwazin nav, reng û logoya wê biguherin. Loma kurdan ev qebûl nekirin, berxwe dan, got û nivîsên û talî rêvebirên Dalkurdê mecbûr man ku wê helwesta guherandina nav, reng û rakirina ala kurd di cih de nedîtin, an mecbûr man ku wê biryara xwe bi şûnde bigirin û Dalkurd weke xwe bimîne.
Ev tiştekî baş, helweseke di cih de bû ku kurdan ew qebûl nekirin û rêvebirên Dalkurdê mesele fêm kirin loma guherîn qebûl nebû û bi vê helwestê Dalkurd weke xwe ma.
Ez helwesta rêvebirên Dalkurdê ku wê tu guherandinan nekin pîroz dikim û spasî hemî kurdên bûne xwedî helwest ku ew guherînên ne di cih de bû, qebûl nekirin.
Heta vir temam û gelek baş bû ku em ê li Dalkurda xwe weke berê, bi reng û logo ya wê di holên fotbolê de bibînin.
Lê û hezar caran lê. Em bi tekoşîna xwe bi serketin û divê ji niha û pêde em ê çi bikin? Aha ya girîng ev e.
Em ê çi bikin? Berî her tiştî divê em xwedî li Dalkurda xwe derkevin. Me çawa bi helwestên xwe nehişt ku guherîn bibe, divê ji niha û pêde jî em bi alîkariiya xwe Dalkurda xwe xurt bikin.
Berî her tiştî divê em piraniya kurdên li ewropa bibin endamê wê. Heqê endametiyê ne pereyekî zêde ye. Divê em ji bîr nekin ku bi endametiya me ya kurdên ewropa wê Dalkurd bi hêztir û qawetir bibe.
Bi vê alîkarî û piştgiriiyê em ê Dalkurdê di inava tîpên cihanê de bibînin. Bi vê alîkariyê em ê dijminên xwe dîn û har bikin. Bi vê alîkariyê û bi saya Dalkurdê wê navê Kurd û Kurdistanê li cihanê bê nasîn, zanîn û bêtir belav bibe...
Ji bona vê ez dibêjim; kerem bikin kurdno carekê jî em hemî bi hevre li seranserê cîhanê bibin endamê Dalkurd ê.
Heger bi rastî jî em hezkirên Dalkurdê ne, divê bi kêmanî em li seranserê ewropa nîv an milyonek endam peyde bikin. Bi vê hejmarê em ê bi rehetî Dalkurda xwe di qada navdewletî de ku bi tîp ên mezin re bilîze, bibînin.
Bi vê pistgiriya xwe em ê bibînin bê wê çawa dijminên me ku nikarin û naxwazin bêjin, ” Dalkurd” vî navê pîroz bêjin. Ji ber ku dibe ku Dalkurd û Tîp ên wan bêne hemberî hev.
Di lîstika bi tîp ên dijmin re, dema em serketina Dalkurdê bibînin aha wê demê em weke kurd bi ser dikevin. Aha wê demê dagirkerên me jî dê mecbûr bimînin ku vî navê pîroz bêjin. Di rojname û Tv xwe de behsa wê bikin.
De werin kurdno, em bi hevre hewl bidin milyoneke endam ji bona Dalkurdê peyde bikin. Piştgirî ew e ku em her kesek ji cihê xwe de ji wan re bibin alîkar û piştgir.
Serketin bi piştgiriyê dibe, piştgirî jî bi alîkaiya madî û manewî dibe. De kerem bikin dewlemendên kurd, hûn jî destên xwe bavêjin bêrîkên xwe, de kerem bikin karsazên me hûn jî bi reklam dayînê tîpa xwe Dalkurdê xurt bikin.
Ez ji Dalkurda xwe re serketinê dixwazim, bi hêviya ku wê rojekê bi Tîp ên mezin re jî bilîze. Piştgirbin da ku em wê rojê bibînin. Di holên cîhanê de ala xwe bilind bikin.
Her bijî Dalkurd, bila serketin para te bî.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.