PKK Kî ye, kî ne û çi dike???

Hûn ya rastî bixwazin zêde behskirina pkk carna ji wê re dibe weke propaganda. Ji ber ku endamên wê yên nezan, nexwenda û berjewendîperest nivîsan naxwînin, bixwînin jî, jê fêm nakim. Loma dema di nivîsekê de navê pkk dibînin kêfa wî/ê tê ku wave hinên din jî behsa pkk dikin.

Bube Eser

17.09.2021, Cum | 15:28

PKK Kî ye, kî ne û çi dike???
Nêrîn Belav bike

Lê ya rast ne ev e. Rastî ew e ku divê kesên ji welatê xwe hezdikin. Kesên dixwazin azadî û serxwebûna Kurdistanê bibînin, pêwîst e ew li hember hemî êrîşên ji teref pkk tên û wê bên ser Kurdistana azad û pêşmergeyên qehreman, derkevin e.

Li dij derketandina êrîşên dagirkeran û pkk yên li ser kurdistanê, tê wateya ku tu, ez, ew û em dixwazin li vê cihana ku ev sed salên kurd sêwî mane, ji wê xilas bikin, kî yê xilas bike? Helbet bi pêşîvaniya Barzaniyan, bi qaweta pêşmêrgeyan û bi helwesta gel ya ku xwedî li xwe, li axa xwe û li welatê xwe derdikevin in.

Lê ev nayê hesabê dagirkeran, loma plan û projeya azadî û serxwebûna Kurdistanê ya bi destê Barzaniyan hatibû danîn ango nivîsîn, têk bibin. Ji ber vê wan li hember Barzanaiyan û tevgera gelê kurd ji kurdan rêxistina ku wan damezrandin, berra pêxîla Barzaniyan û temamê kurdan dan. Niha ji her demê bêtir çalak kirine. Ji ber ku êdî Kurdistana serbixwe di şevreşa ev sed salin kurd têde dijiyan wê derxiin ronayî ango êdî roj li kurdan jî hiltê.

Min xwest di vê nivîsî de bi awayekî hinekî cûda li ser pkk ya ku niha bûye şûrê destê dagirkeran û kurdan şerjê dike, binivîsînim. Hêvîdarim ev ê bibe wesîla ku êdî dayik û bavên gerîla, zarokên xwe ji nav destê wê mengeneya ku kurdan dihêre derxin.

Pêşiyên me belasebeb negotine: ”Kurmê dare ne ji dare be, nikare bi darê”. Ya jî gotine: “Ji min keto û bi min keto”. Niha rewş, helwest, bûyer û kiryarê pkk jî ev in. Niha jî bi çend têbiniyan rewşa pkk ji we re vebêjim û hêvîdarim bê fêmkirinê.

Divê em berê ji roja pkk hatiye damezrandin û heta niha, li bakurê kurdistanê çi bi dest xistiye, ji bona kurdan çi rehetî û arami anîye binêrin.

Dema em li dîroka PKK binêrin dibînin ku wê heta niha li bakurê kurdistanê ji malwêranî û xerabûnê pêve tu tişt ji bona bakurê kurdistanê neanî ye. Ji xwe armanc, destûr û hedefa dagirkeran danîye ber pkkê ew e ku kurd nebin xwediyê xwe û tu tiştekî.

Di gelek daxuyanî, nivîs û gotinên xwe de Evdila tim dianî zimên digot û dibêje; heta ew û pkk hebe wê Barzanî nikaribe dewleteke kurdî ragihîne. Mebest di virde ne Barzanî ye, miletê kurd e, lê ji bona mirîdên xwe bixapîne weha dibêje.

Xaleke herî girîng jî ew ku li Bekayê yên Gerîlayên pkk perwerde dikirin. Yalçin Kuçik û Dogu Perîncak bûn. Ev herdu ne camêrana jî zilamên dewlet tirkan ya kûr in. Bi zimanekî din yên dewleta tirk bi rêve dibin ji wan du kesan jî ew in.

Îcar çawa dibe ku zilamên dewletê yên hustûna wê, dê hinan perwede bikin ku li dij dewleta wî derkevin ango şer bikin. Bersîva vê Ez ê bi gotina Y.Kuçik bidim. Kuçik di dadgeha tirkan de weha dibêje:

”Min nehişt ku kurdên li tirkiyê dijîn, bibin Barzanî. Ya na wan ê jî doza axê bikirana. Di demeke nêzde wê ji bona komara tirkiyê tekoşîn bidin û wê bêne kuştin, ma ev ne xeyala me tevan bû? Kurdek ji bona komara tirkiyê bê kuştin Dadger beg. Paşnavê min bi çûk e, lê ez ji bona dewletê karê mezin dikim”. Y.Kuçik-2007 parastina wî ya di dadgehê de.

Pir eşkere û zelal e ku pkk li ser navê bakurê kurdisanê ango rêxistina bakuriyane dane damezrandin. Lê bi hemî helwest û quweta xwe wir têk bir. Bi vê nehatin ser loma dixwazin perçên din jî bikin weke bakur. Hêvîdarim hûn xwendevanên hêja fêm dikin ku dixwazim çi bêjim, Loma naxwazim bi dirêjayî dîsa behsa wan xerabiyên pkk bikim. Kûr lê didim kurt dinivîsînim…

Her çi kesên ji pkk veqetiyan e, di gotin û çalakiyên xwe de tim anîna zimên ku pkk li dij Barzaniyan radiwestin û rawestiyanin. Çima? Ji ber ku dagirker dizanin yên Kurdistaneke serbixwe ragihînin tenha Barzanî ne loma PKK li serê wan û hemî kurdan kirine bela. Da ku Kurd ronahî û aramiyê nebînin..

Di şerê azadiya Kurdistanê de em û dinya hemî dizanin ku pêşmêrgeyên Kurdistanê bi hemî hêza xwe, bi bîr û baweriya xwe, bi can û malê xwe ji bona Kurdistaneke serbixwe ragihînin li hember dagirkeran şerê aman û nemanê didin.

Lê de werin pkk jî tim li başûrê kurdistanê van qahremanana dikujin û naxwazin ew bi serkevin. Lê li bakurê kurdistanê jî tu çalakiyê nakin. Tenê çend zilamên xwe ê girêdayî MITa tirkan (istîxbarat)ê xistine parlemana tirkan û ew kirine berdevk da ku li ser navê kurdan ew biryarê bidin…

Zimanê kurdî kuştine û hewl dana û didin ku hemî kurdên bakur entregeyî tirkan bikin. Yanî kurdan bikin tirk da ku mesele kurd û kurdistanê nemîne.

Bawer bikin mirov dikare van gelekî dirêj bike, heta pirtûkan jî li binivîsîne. Lê kurt û kurmancî, heta pkk hebe wê nexwaze û nehêle kurd bibin xwedî mafekî li tu perçan. Heta jê bê, wê wêrankirin û kuştina kurdan bike. Ji ber ku biryarê ne ew dagirker didin…

Niha pkk bi hemî giraniyê xwe, ji bona başûrê Kurdistanê nebe dewlet têdikoşe.Lê wê ev helwest di qirika wan û xalanên wan de bimîne. Heta Barzanî hebin, divê kurd netirsin, yên kurdan bikin xwedî dewlet tenha ew in. Loma her çar dagirker û pêgirtê wan pkk li dij wan e…

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

1893 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:50:22

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di siyasetê de salmezin!!! Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be??? GAZÎ Û HAWAR E Heger ez bibim desthilat!!! Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!! Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!! Gelo heta kengî ev mejî??? Hêviyên me û HAK-PARek çawa??? Mejiyê ku hatibe dagirkirin Serketin çawa dê pêk bê??? De werin em li hev vegerin û dest bidin hev… Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve??? PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!! Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!) Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan? Helwesta PSK ê ne helwesteke rast e Kurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin… Rêzgirtin tifak û bihevre karkirin Hilbijartin yekitî û HAK-PAR!!! Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawî Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5) Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3) Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2) Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1) Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!! Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!! Em êdî hevdu fêm nakin! Abdullah Ocalan got… Çima Barzanî û dîsa Barzanî? Divê HAK-PAR çi bike? Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!! Kongreya HAK-PARê Bêdengî qebûlkirina bindestiyê ye! Gelo em çiqasî welatparêzin? Siyatmedar û sal mezinên me!!! Felsefe ango Rêbaz!!! Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir? Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim? Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!! Em Kurd çima bi sernakevin??? Teqandina boriya neftê ji bona çi bû??? Şêx Ahmed Barzanî kî ye? Sala nû û hêviya gelê Kurd Kurdên me ecêb in!!! Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng! Barzanî û Evdila PDK û Pkk Kurd û pêkanîna konferansan? Serketin bi piştgiriyê dibe! Deh rojên di zîndanê de me! uu Girtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştin Kê mirîdî avifirandiye? Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê… Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be??? Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan. Me têk bir… Çima protesto û ne devjêberdana tirkî Emerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin??? Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!! Bê dewletî û berjewendî… Rexne agir e… Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!! Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!! Seredana HDPK(K)ê Ev destpêkek e ji bona PK(K)!!! PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!! Em çima li ser xelkê digirîn? Dîasporê çi da me çi ji me girt??? PKK û Kurd, azadî û serxwebûn Partî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!! PKK û Lozana nû!!! Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikin Bi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!! Zîndana Diyarbekirê û EM!!! Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!! Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be??? Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e. Gelo bratî çi ye û kî biran e??? Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!! Xelata Nobelê û Kurd Dema nêrek bê xesandin!!! Zîndana Diyarbekirê û Enfal PKK çi dixwazî??? Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK Analîzeke kurt li ser PKK
x