Di dema axatiyê de her awayekî bi serê xwe axayê gundê xwe bû ku wî an wan tu kesên din di serxwe de nedidît.
Vê heta sala 1965an domand. Ji ber ku di wê salê pdk-t hate damezrandin. Bi damezrandina xwe wê xwest hinekî reng û dengê axatiyê kêm bike.
Bi kêmkirina wî dengî dê dengê welatparêzan bêtir derketa. Li gor min karekî baş jî kirin. Karên xwe bi dizî dimeşandin, lê bi asasî bi rêve dibirin.
Piştî damezrandina xwe jî li gor qawet û hêza xwe alîkariya brayên xwe yên li başûrê kurdistanê ku şerê azadî û serxwebûna didan, dikir.
Piştî damezranina pdk-t li bakurê kurdistanê ruhiyieta welatparêzî, berxwedana ji nû de ji bona azadî û serxwebûnê roj bi roj, gav bi gav pêşve diçû.
Piştî cîhan bû du kamp, aha çi bû ji wê û pêde malik li kurdanên bakurê Kurdistanê jî xerab bû. Kampa sosyalîst û kampa kapîtalîst weke du bûyerên girîng keta nava welatparêzên kurdan yên ku li metrepolên tirkan dibistanên mezin ango uniwerste dixwendin.
Bi saya brayên me yên li metropolên tirkan dixwendin û piraniya wan jî di destpêkê de dane dû çep ango sosyalîstin tirkan. Her bi hatina wan ya kurdistanê wan jî ew fikir di nav xortên kurdên li Kurdistanê dixwendin belav dikirin.
Vê belavkirinê kir ku ji pdk-t çend rêxistin derket in. Ew bi xwe jî hinekî kêmhêz bû. Êdî serê xortên me, ciwanên me bi îdeolojiya sosyalîzm şuştin da ku kurd tenha rêya xwe, azadî û serxwebûna xwe di wê bibînin.
Bi sextekariya çep ango sosyalîstin tirkan, dîroka kurdan ji wan hate veşartin kurd bi awayekî gelemperî kirin dijiminê Emerîka û Îsraîlê da ku rojekê ew welatana alîkariya kurdan nekin, di destpêkê de weha jî bû.
Dagirkerên me bi hêz û qawet in, xwedî çek û îmkanên mezin û giran in, Loma jî ji bona kurd dîraka xwe nasnekin, çarna bi rêya olî û carna jî bi rêya îdeolojiya sosyalîzm kurd ji dîroka wan dûr xistin.
Rewşenbîr û rêberên Welatekî dema dîroka xwe nizanibe û nas nekiribe ew welat zû bi zû nikare azadî û serxwebûna xwe jî bîne.
Aha niha ev pir bi zelalî tê dîtin ku ew pkk ya ji teref dagirkeran û li ser navê kurdan hatiye damezrandin, li dij hemî hêjayî û berjewendiya kurdan e. Ji bona kurd tiştekî bi dest nexin û serê xelkê tevli hev bikin, bi sirûda yekîtiya gelan û bratiya wan kurd ji kurdbûna dûr xistine û dixin.
Vê rêxistina bi destê dagirkeran bi awayekî îdeolojîk hatiye damezrandin, nahêlê û ji destê wan bê, wê nehêle ku kurd bibe xwediyê erda xwe û nasnemaye xwe.
Nahêlin û ji destê wan bê wê bibin asteng da ku kurd li başûrê kurdistanê serxwebûna xwe ranegihîne. Karê wanî sereke li dij berjewendiya gelê kurd e.
Niha bi her awayî tê ditin û zanîn ku li başûrê kurdistanê serxwebûn li ber derî ye. Lê ji bona ew derî vebe divê kurdistan aram be, xwedî desthilata xwe be, xwedî cêş û hêza xwe be û divê bikaribe sînorên xwe jî biparêze.
Ji bona vana yek pêk neyê pkk ya ku dagirkerên Tirk ew damezrandine çi ji destê wan tê dikin û wê bikin heta ku li gor daxwaza dagirkeran bi serkev e.
Bakurê kurdistanê bê deng e, ji ber ku pkk hemî xesandine û bê deng kirine ku partî û kes nikarin û newêrin dengê xwe derxin.
Heger derxisti jî ji alîkî de pkk ji aliyê din jî de dewlet bi hevre kar dikin da ku wan bêdeng bêhêlin. Niha rewş ev e, loma bakurê kurdistanê nikarin û newêrin li hemper kiryar û bûyerên pkk yên di berjewendiya dagirkeran de ne, dengên xwe derxin.
Ev ê çawa bê çareserkirin?
Li gor min çareserkirina wê di serxwebûna kurdistanê de ye. Loma divê hemî kurd niha giranî bidin başûrê Kurdistanê bi alîkariya wan ve rabin, da ku wir bibe serbixwe.
Çareserî û derman niha tehna ev e. Li gor min heta ev nebe dê pkk her xerabiyan bikin da ku wir negihêje serxwebûna xwe. Ji ber ku serxwebûna başûrê kurdistanê dibe qawet û ronahî ji perçên din re jî…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.