Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragehand, bê ku hikûmeta Beşar Esad daxwazê bike divê hemû hêzên biyanî ji axa Sûriyê derkevin.
Sergey Lavrov bersiva şêwirmendê asayîşa netewî ya Amerîkayê John Bolton da, ku ragehandibû, Washington çavê wê li alîkariya welatên din e, ku bi mercê Îran ji axa Sûriyê derkeve ye.
Wezîrê derve yê Sûriyê Sergey Lavrov ji rojnamevanan re ragehand: ‘’Dawiyê de pêwîste hemû hêzên biyanî li Sûriyê derkevin û bê ku pêwîst bike hikûmeta Sûriyê wê daxwazê ji wan bike.’’