HPGyê ragihand ku fermandara YJA Starê canê xwe ji dest daye

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku fermandara YJA Starê Edessa Cejnayê canê xwe ji dest daye.

04.04.2024, Per - 10:45

HPGyê ragihand ku fermandara YJA Starê canê xwe ji dest daye
Nuçe Belav bike

Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku fermandara YJA Starê Edessa Cejnayê canê xwe ji dest daye.

Hat eşkerekirin ku navê fermî yê Edessa Cejnayê Ece Yilmaz e.

Bi eslê xwe ji Cizîrê ye lê li Êlihê hatiye dinê û li metropolên Tirkiyeyê mezin bûye.

Li gorî daxuyaniyê, Edessa Cejnayê 14ê Çiriya Paşîna 2023yan li Dêrsimê di bombebaranekê de canê xwe ji dest daye.

Edessa Cejna sala 2001ê tevî refên gerîlayan bûye û li Xakurkê, Gever, Gare û Zagros û Dêrsimê maye.

HPGyê di daxuyaniya xwe de gelek wêneyên Edessa Cejnayê û dîmenên ku behsa jiyana xwe dike jî belav kirin.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:45:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x