Li gorî îdiayan kesê bi navê H.A girtiye ser qehwexaneya Horozcular ya li taxa Akpinarê û derî li ser xwe û kesên li qehwexaneyê girtiye û gule reşandiye ser xizmên xwe.
Di encamê de kesên bi navê Feyzî Sarimsi (55), Faruk Deger (50) û Necat Sarimsi (73) bi awayekî birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Feyzi Sarimsi li gel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da. Herdu birîndarên din bo dermankirin rakirin nexweşxaneyên li Amedê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.