Ji Iraqê li ser biryara hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê daxuyanî

Berî civîna Meclîsa Şaredariya Kerkûkê ya li ser dengdana bilindkirina ala Kurdistanê li bajêr, Saziya Bilind a Kordînasyona Navbera Bajaran a Serokwezîrtiya Iraqê daxuyaniyek weşand ku bilindkirina aleke din ligel ala Iraqê red kir.

28.03.2017, Sal - 07:27

Ji Iraqê li ser biryara hildana ala Kurdistanê li Kerkûkê daxuyanî
Nuçe Belav bike

Di nivîsa fermî ya ku ji Parêzgariya Kerkûkê re hatiye şandin de, tê gotin ku biryara bilindkirina ala Iraqê yan jî aleke din ligel wê, ne ji aliyê meclîsa parêzgariyê ve ji aliyê hikumeta navendî û federal tê dayîn.

Di nivîsê de hat gotin, "Mekanîzmeyên ji bo Kerkûkê û herêmên nakokî li ser wan heye, di benda 140 a destûra 2005an a Iraqê de hatine diyarkirin. Her çiqas ku heta niha ev rewş nehatiye çareserkirin jî biryara li ser bajarê we (Kerkûk) li dijî hikûmeta federalî û rêveberiya navendî ye. Loma jî divê ala Iraqê bê daliqandin."

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm piştî fermana nivîskî ya hildana ala Kurdistanê li cejna Newrozê bangewazî li Encûmena Parêzgehê kiribû, li ser wê biryarê û budçeyê deng bidin. Tê çaverêkirin ku civîna Meclîsa Şaredariyê 28ê Adarê pêk were.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1430 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:30:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x