Artêşa Iraqê li Mexmûrê bersiva êrîşeke DAIŞê da

Çekdarên DAIŞ'ê li Mexmûrê êrîşî artêşa Iraqê dikin û Qeymeqamê Qezaya Mexmûrê jî ragihand, artêşa Iraqê bersiva êrîşê da.

5 Berfanbar 2022 - 04:50
5 Berfanbar 2022 - 04:50
 0
Artêşa Iraqê li Mexmûrê bersiva êrîşeke DAIŞê da

Duh 4ê Berfanbarê 2022an çekdarên DAIŞê li Mexmûrê êrîşî ser artêşa Îraqê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Qeymeqamê Qezaya Mexmûrê Rizgar Mihemed, îro danê êvarê hejmarek ji çekdarên DAIŞê li binarê çiyayê Qereçûxê ji hêzên artêşa Iraqê ve nêzîk bûn û êrîş kirin, lê artêşa Iraqê bi topbaranê bersiva êrîşa DAIŞê dan û ew neçar kirin ku ji navçeyê vekişin.

Qeymeqamê Qezaya Mexmûrê got jî, di encama êrîşa DAIŞê de ti ziyaneke canî nebû.

Ev nûçe bi tevahî 714 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:06:27