Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge operasyoneke hevbeş encam dan

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge operasyoneke hevbeş encam dan.

4 Gulan 2023 - 02:44
4 Gulan 2023 - 02:44
 0
Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge operasyoneke hevbeş encam dan

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de eşkere kir, îro çarşemê 3ê Gulana 2023an, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li mîhwera rojavayê Dîcleyê ya di navbera navçeyên gundê Eyn Uzêr û gundê Mehmûdiye de encam dan.

Herwiha diyar kir ku armanca operasyonê, pişkinîna wan navçeyan bûye ku dikevin valahiya ewlehiya hevbeş a navbera herdu aliyan û operasyon di demjimêr 06:00ê sibehê de dest pê kiriye û di demjimêr 12:00ê de bi dawî bûye.

Wezaretê eşkere kir, hêzên Mîhwera Rojava û Lîwaya 8 a Piyade û Firqeya 15 ya Artêşa Iraqê di operasyonê de beşdar bûn.

Ev nûçe bi tevahî 677 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:33:43