Cîgirê De Mistura: Peydakirina rêkeftinekê ji bo Efrînê pêkan e
Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sûriye yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Misturayî, Remzî Remzî ragihand ku rêkeftineke ji bo Efrînê pêkan e û dibe ku ew rêkeftina rewşa li Sûriyeyê biguherîne.

Remzî di klûba Valdayê de got: "Rewşa ji bo her kesî cihê nîgeraniyeke mezin e lê kêşe ne li Efrînê tenê ye lê li seranserê sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye…Ez wiha difikirim ku mirov dikare rêkeftinekê pêk bîne ku ji aliyekî ve berjewendî û ewlekariya her kesî misoger bike, Tirkiye jî di nav de û di heman demê de armanca hevbeş jî dabîn bike ku yekîtiya axa Sûriyeyê biparêze."
Televizyona Sûriyeyê îro ragihandibû ku hêzên girêdayî Artêşa Sûriyeyê dê di nav çend saetan de têkevin Efrînê.
Nûvekirina herî dawî: 20:34:09