DAIŞê berpirsyariya kuştina du karmendên Polîsê Kerkûkê li xwe girt

Rêxistina DAIŞê bi rêya pêgehên xwe yên medyayî, berpirsyariya kuştina herdu karmendên Polîsê Parêzgeha Kerkûkê li xwe girt.

19 Çile 2023 - 04:03
19 Çile 2023 - 04:03
 0
DAIŞê berpirsyariya kuştina du karmendên Polîsê Kerkûkê li xwe girt

Şeva borî, li navçeya Cebel Borî ya li sînorê parêzgeha Kerkûkê, efserekî hêzên polîsê bajêr yê bi navê Muqedem Newzad Elî û şofêrê wî yê bi navê Mihemed Paşa ketin kemîneke çekdaran û di encamê de herdu jî hatin kuştin.

DAIŞê bi rêya pêgehên xwe yên medyayî, wêne û çawaniya kuştina herdu karmendên Polîsê Parêzgeha Kerkûkê belav kir.

Li gor zanyariyên, ku ji çend jêderên ewlehiyê ve bi dest xistine, wî efserî ligel şofêrê xwe serdana rêbendeke pişkinînê ya navçeyê kirine û di wê demê de ketine kemîneke çekdaran û hatine kuştin.

Ev nûçe bi tevahî 416 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:52:06