Diyal'a teqîna mayînê: 5 kes canê xwe ji dest da

Li gor ragihandina jêderên herêmê; îro danê sibê ji ber teqîna bombeyeke çandî li gundê Omer Medenî yê ser bi navçeya Qeretepe, 4 kes ji yek malê canên xwe jidest dan.

15 Tebax 2017 - 06:48
15 Tebax 2017 - 06:48
 0
Diyal'a teqîna mayînê: 5 kes canê xwe ji dest da

Tê gotin ku, ew kesên di teqînê de canên xwe jidest dane,3 zarok, dê û bav bûn û dema vedigeriyan mala xwe di ser pireyekê re derbas bûn, teqînê rû da.

Amaje bi wê jî kir, îro danê sibê DAIŞê stûneke kehrebê li wê navçeyê teqand û 3 stûnên din jî bombe tê de çandibûn. Niha hêzên Pêşmerge mijûlî pûçkirina wan bombeyan in.

Ev yek di demekê de ye, di dema borî hejmarek teqîn li sînorê Qeretepe rû dabûn, berpirsên ewlehiyê jî ragihandibûn, ew bûyer teroristî ne û ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1733 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:49:08